*Serokê Odeya Çandiniyê ya Colemêrgê Nayif Onal, anî ziman ku ji ber qedexekirina zozan û mêrgan êdî li bajêr sewalvanî li ber qedandinê ye. Onal got ku demekê li Colemêrgê zêdeyî 5 hezar sewalvan hebûn, lê niha ev hejmar daketiye hezar û 500 î.
*Xwendekarên zanîngehê yên ji bo pêşerojê bêhêvî ne, diyar kirin ku ciwan ji Rewşa Awarte nerihet in û wiha gotin: “Li kampusê jî em û hevalên xwe nikarin bi hevdu re rûnên.”
* Sala 2017'an ku bi komkujiya Reina dest pê kir û bi KHK yan bi dawî bû tevî hemû zext û zordariyên hikûmetê dîsa nerazibûn û îtîraza li dijî zextan kêm nebû. Her zext zêde bûn îtîraz jî zêde bûn. Di sala 2017’an de pirsgirêkên navxweşî û derve bê çareserî hatin hiştin û îtîrazên muxalefeta civakî ya li dijî zextan ji bo sala 2018’an bû hevî.
* Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, sala 2017'an a ku hêj 168 rojnameger girtî ne û bi sedan rojnameger hatin darizandin nixand û diyar kir ku di sala 2017’an de rojnamegeran helwestek xurt nîşan dan û bû sala ku rojnameger li dijî hemû zextan seknek xurt nîşan dan. Polat xwest di sala 2018'an de jî rojnaemger heman helwestê nîşan bidin.
*Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mûrat Melet, diyar kir ku sepandina kincên yek tîpî perçeyên ji projeyeke plankirî ne û wiha got: “Ji dêvla ku îktîdara siyasî dersê ji paşerojê wergire, dixwaze paşerojê dubare bike.” Her wiha Hevserokê HDP’a Bajêr Umît Dede jî got ku ew ê li dijî vê sepandinê bitêkoşin.
*Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav, anî ziman ku di sala 2017’an de cinayetên jinan zêde bûne û li gel vê wesfa wan jî guheriye. Kav wiha got: “Jin di sala 2017’an de bi berxwedanê bersiv dan her cure êrîş û şideta li dijî mafên wan.”
*Velî Saçilik anî ziman ku Komîsyona Lêkolînê ya Kirariyên Rewşa Awarte li ser “ewarekirinê” hatiye avakirin. Saçilik got ku bi taybetî dibê komîsyona biryara der barê Gulmen û Ozakça de rojek berî rojekê aşkere bike.
*Parlementerê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûş ku ji bo yekîtiya netewî ya kurd tev digere got ku heke yekîtiya netewî ya kurd çê bibe, wê ev yek li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê.
*Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê 18 parêzerên ku bertek nîşanî pêkanînên li Cizîrê dan, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “Di civîn û meşan de li gel hişyarkirinê jî nebelavkirina jixweber” îdianame amade kir.
* Rêwistina DBP'ê ya Bajar dê 5'emîn Kongreyaxwe ya Awarte bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin ya avahiya HDP'ê ya Amedê pêk bînin. (10.00)
* Baroya Amedê dê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Xerpêtê li avahiya Xizmetên Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Xizmên windayan û ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên şemiyê û xizmên windayan dê çalakiya "Kujer diyar in, wina li ku ne" li Qada Galatasarayê ya Stenbolê berdewam bikin. (12.00-13.00)
* Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê dê bi beşdariya akademisyenên hatin îxrackirin li Şaxa Hêjmar 1 a Egitim Senê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Şaxa SES'ê ya Wanê bi minasebeta 30'ê Kanûnê Roja Şehîden Aştiyê ya SES'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Komîsyana girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
* Xebatkarên TV10'ê ji bo bixwazin televîzyona wan dîsa bê vekirin dê di hefteya 65’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (14.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 417'an de berdewam bike. (13.30/18.00)