WAN – Cezayê salek û 8 meh ê hepse ku li rojnameger Îdrîs Sayilgan ê di girtîgehê de ji dozek din tê darizandin hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin.
Doza der barê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan ku dema li Zanîngeha Mêrsînê dixwend û di 7’ê adara 2014’an de bi hinceta govend gerandiye û ceza lê hat birîn bi encam bû. Cezayê salek û 8 meh ê hepsê ku ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran Mêrsînê ve hatibû birîn, Dadgeha Îstînafê erê kir. Sayilgan ê ji doza rojnamegeriyê tê darizandin û li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê tê ragirtin bi boneya cezayê wî hat êrêkirin, wî qistin qawîşa hikumxwaran.