AMED – Doza der barê derpkirina Qeymeqamê Qilebanê Naîf Yavuz yê piştî komkujiya Roboskî çûbû taziyeyê û hatibû derpkirin hat dîtin. Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû yê girtî ku ji vê dozê tê darizandin parastin xwe kir û got ku ev 6 sal e li gel kujerên komkujiyê tên zanîn jî ser komkujiyê dinixûmînin.
Li gundê Roboskî ya navçeya Qilebana Şirnexê di 28’ê kanûna 2011’a d 34 welatî di encama bomberankirina balafiran de jiyana xwe ji dest dan. Qeymeqemê wê demê yê Qilebanê Naîf Yavuz jî di 21 kanûnê de çû taziyeye. Welatiyan nerazîbûn nîşandî qeymeqam da û rageşî derketibû. Der barê Yavuz hatiye derpkirin doz hat vekirin. Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû ji di nav de 31 welatî ji vê dozê tên darizandin. Ji sûcên “Hewldana kuştina mirovan” û “Birîndariya sivikî” tên darizandin û ji bo wan cezayê heta sax bin tê xwestin. Doz bi hinceta ewlehiyê neqlî 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû kirin.
Parlamenter Encu yê li Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê girtiyê bi SEGBÎS’ê beşdarî dozêbû û bersûcên din beşdar nebûn. Parêzer jî di dozê de amade bûn. Dozê bi xwendina îdianameyê dest pê kir.
'SER KOMKUJIYÊ DIGIRIN’
Encu beriya dest bi parastina xwe kir axaftinek kurt û behsa tiştên li Roboskî qewimîne kir û got ev 6 sal e li gel kujerên komkujiyê tên zanîn jî ser komkujiya Roboskî dinixûmînin. Encu parastina xwe kir û berata dozê xwest. Parêzeran jî parastina muwekîlên xwe kirin û xwestin ku muwekîlê wan girtî wekîl Encû bê berdan û doz bê beratkirin.
Dadgeha bi boneya kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin dozê taloqî meha adara 2018’an kir.