NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê nivîskar Murat Saat ê li girtîgehê ku qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest li bajarê xwe Samsûnê hat hat veşartin.
Nivîskarê girtî Murat Saat ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yemîn a Bandirmayê ku di 13’ê kanûnê de qirîza dil derbas kir û bi maşîneya rîngê rakirin nexweşxaneyê, piştî têkoşîna jiyanê ya 15 rojan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Saat ewil ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Bursayê. Piştî li vir karên fermî xelas bûn cenazeyê Saat birin bajarê wî Samsûnê û li vir hat veşartin. Cenazeyê Saat, li mizgefta Taxa Boyalici ya navçeya Havza ya Samsûnê hat rakirin û ji aliyê gelek kesan ve hat definkirin.