WAN – Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu yê girtî hat berdan.
Hevşaredarê navçeya Şaxê ya Wanê Celalettîn Bartû yê di 5’ê çileya 2017’an de hatibû girtin, hat berdan. Bartu yê nêzî salekê ye di girtîgehê de bû, dozgeriyê dosyeya wî lêkolîn kir û tahliyeya wî xwest. Piştî dozgeriyê tahliyeya Bartu xwest, ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve bi şertê kontrola adlî hat berdan.