ENQERE – Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê li dijî KHK’yên hatin weşandin bertek nîşan da û got: “Desthilatdariya AKP’ê û Qesrê dixwaze bi KHK’yan hêzên xwe mîlîter ên sivîl bêyî bidarizîne muaf bike. Lînc û hovîtiyê diparêz e.”
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê li dijî Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de rêveberên HDP’êû malbatên girtiyan amade bûn.
'LÎNC SÛCÊM MIROVAHIYÊ YE’
Rêveberê HDP’ê ya Enqereyê Bahadir Demîrcan daxuyanî da û got: “Di salên dawî de kesên lîncê dikin kes nedan darizandin. Lîncên li dijî kurdan ên li navçe û bajarên Tirkiyeyê, provayên komkujiyan, êrîşa li dijî navenda giştî ya HDP’ê pêk hatin. Lê kesî van êrîşkaran negirt. Lînc li her deverê sûcê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin. Li gel me jî wek berteka ‘welatiyên hassas’ hatiye nirxandin.”
‘DIXWAZIN CIVAKÊ BIKIN YEK RENG’
Bahadir bal kişand ser weşandina KHK’yan û pêkanîna “Cilên yek rengî” û wiha axivî: ““Desthilatdariya AKP’ê û Qesrê dixwaze bi KHK’yan hêzên xwe mîlîter ên sivîl bêyî bidarizîne muaf bike. Lînc û hovîtiyê diparêz e. Dixwazin ‘cîlên yer rengî’ li hemû civakê bikin. Tenê li ser girtiyan ferz dikin li ser hemû civakê ferz dikin.”
Malbatên girtiyên bi navê Ysemîn Îldan, Mahmut Soner û gelek girtiyên din jî li dijî pêkanîna “cilên yek rengî” xetereya xwe anîn ziman û gotin jiyana zarok û xizmên wan di bin talûkeyê de ye. Malbatan bang li rayedaran kirin ku vê xala “yek reng” paş ve bikişînin.