Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin

  • jin
  • 13:13 29 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya, rapora 2017'an a binpêkirina mafê çayemeniyê li şaxa ÎHD'ê bi raya giştî re parve kir. Endamên Platformê diyar kirin ku dê şopa heqiqêtê bidomînin û li dijî zextan dê bibin dengê jinê ya nava civakê. 

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya, rapora 2017'an a binpêkirina mafê çayemeniyê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê  bi raya giştî re parve kir. Gelek rojnamegerên jin ên endamên Platformê tev li civînê bûn. Li ser navê rojnamegerên jin Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Ayşe Guney daxuyanî xwend. Rojnameger Guney, diyar kir ku piştî îlankirina OHAL'ê û KHK'yên hatin weşandin, mekanizmayek nû ya rêveberiyê hat ser desthilatdariyê  û wiha got: "Piştî OHAL'ê hemû beşên civakê hatin cezakirin û tê cezakirin. 
 
‘JIN KIRIN HEDEF’
 
Guney, anî ziman ku di sala 2017'an de herî zêde rojnamegerên jin bûn hedef û wiha got: "Bi OHAL û KHK hemû maf ji holê hatin rakirin. Rojnamegerên hewl dan vî mafê xwe biparêzin û pêş bixin, hatin binçavkirin, girtin û rastî cezayan hatin. Bi taybetî rojnamegerên jin bûn hedef. Mêrê ku ji gotinên zayendîparêz ên daraz û hikûmetê hêz girtin, li mal, kolan û hemû qadên jiyanê bêtir zext û tundî li ser jine pêş xist. Li her qadê êrîş zêde kir. Jinên li Tirkiye rojnamegerîye dikin bûn hedefa êrîşan. Rojnamegerên jin ên li qadê kar dikin, hem ji ber nasnameya jinê û hem jî ji ber nasnameya rojnamegeriyê rastî gef, lêdan û tundiyê hatin. Hatin binçavkirin û girtin. Bi KHK'yan betal hatin hiştin." 
 
Guney, binpêkirinên li dijî mafê rojnamegerên jin ên 2017'an wiha rêz kir: 
 
"*Li Tirkiye ku zext li ser hemû beşên civakê pêş ketin di sala 2017'an de li Tirkiye bi giştî 52  rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin. 
 
* 9 rojnamegerên jin hatin girtin. 
 
* Di navde Rojnameger Nujiyan Erhan ji heyî bi giştî 6 rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin hatin qetilkirin. 
 
* Der barê 26 rojnamegerên jin de doz hat vekirin. 
 
* 6 jinên dihatin darizandin der barê wan de ji 1 sal û 3 meh heta 7 salan ceza hat birîn. 
 
* Bi sedema OHAL'ê 2 rojnamegerên jin karta wan a zer hat betalkirin. 
 
* 10 rojnamegerên jin dema hatin binçavkirin di bin çavan de li miduriyeta polîsan rastî lêdan û tundiyê hatin. 
 
* Rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin ji aliyê mêr ve rastî gef û êrîşan hatin. 
 
* Li Tirkiyeyê malpera Rojnameya Şûjin jî heye 35 saziyên çapemeniyê bi KHK'yan hatin girtin. 
 
* Bi giştî dawî li karê 25 rojnamegeran anîn. Gelek rojnamegerên jin ku li saziyên çapemeniyê dixebitin rastî mobbîngê hatin. 
 
* Li Tirkiyeyê azadiya îfade û çapemeniyê hat binpêkirin. Jinên di dezgehên medyayê de xebitîn ji ber polîtîkayên hikumetê ku pişta xwe dan rastiya civakî bi mudaxeleyan neçar man ku îstîfa bikin.” 
 
‘EM Ê ŞOPA HEQÎQETÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Guney destnîşan kir ku di roja me de dixwazin “faşîzm” wek teşeyê jiyanê berfireh dikin û got: “Armanca êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê pêk tên, astengkirina mafê nûçe girtina gel û berovajîkirina rastiyan e. Dixwazin bi nûçeyên derewîn bîra civakê paqij bikin. Çapmeniya azad her tim li dijî êrîşên li ser civakê sekiniye. Em ê wek Platfomra Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê li dijî vê tabloyê bisekinin û şopa heqîqetê bidomînin. Em ê rastiyê bigîhînin gel. Li gel hemû cureyên zextan jî em ê bibin dengê jinên nav civakê.” 
 
Guney di dawiya axaftina xwe ev tişt got: “Em wek Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, sala 2017’an wek sala jinan îlan dikin. Di vê salê de di warê têkoşîna jinê de salek girîng bû. Li gel KHK’yan jî em ê her li kolanan bin.” 
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin