AMED – Polîs O.O., yê bi maşîneya zirxî li kolana herî qelebalix a Gevranê ya Amedê pîra 76 salî Hatun Elhaman kuştibû, tenê rastî 20 meh cezayê girtîgehê hat.
Di 27’ê nîsana 2016’an de li kolana Gevran a semta Ofîsê ya Amedê Hatun Elhaman a 76 salî dema dixwest derbasî hember bibe, polîsan bi maşîneya zirxî ya “Kîrpî” lê xist û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê dozger, der barê polîsê tîmê taybet ê ajokarê maşîneya zirxî O.O. de ji sûcê “Biqisûr bûye sedemê mirinê” doz vekir. Dozger ji 2 salan heta 6 salan ceza xwest. Dadgehê piştî darizandina O.O. de biryar da. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin. Tîmê taybet O.O. yê berdayî tê darizandin beşdarî dozê nebû. Parêzerên bersûc û parêzerên müşterek di dozê de amade bûn. Rapora der barê kuştina Elhaman de ya “Di asta jor de biqisûr” a ji aliyê Daîreya Îhtîsas a Trafîkê ya Saziya Tiba Edlî ku amade kiriye hat xwendin.
PARÊZERÊ BERSÛC ELHAMAN SÛCDAR KIR
Di dozê de ewil parêzerê bersûc mafê axaftinê girt û bersûcê xwe parast û Elhaman sûcdar kir. parêzer got ku bi temamî Elhaman ji bûyerê biqisûr e û di berdewama axaftina xwe de hem bersûc û hem jî maşîneya zirxî parast.
'BERSÛC BALDARÎ NÎŞAN NEDA’
Parêzerê malbata Elhaman jî diyar kir ku divê bersûc li gorî qanûn tişta lê ferz dikin baldar bûya û li dijî vê tevgeriyaye û bûye sedemê mirina Elhaman. Parêzer xwest bersûc bê cezakirin.
BERSÛC HAT XELATKIRIN
Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê têkildarî jiyana bersûc O.O. de gelek tişt îdia kir û ewil du sal ceza lê birî. Dadgehê pişt re hinceta dê bandorên muhtemel li paşeroja bersûc bike ceza daxist salek û 8 meh. Dadgehê biryara girtin neda bersûc û her wiha sepandina serbestiya kontrole jî li ser bersûc ferz nedît. Dê bersûc nekeve girtîgehê û tenê dê 3 meh deynin ser belgeya ajokariyê ya bersûc.
MA / Denîz Tekîn