STENBOL - Rojnameger Fehîm Işik aşkera kir ku di sala 2017'an de li Herêma Kurdistana Federe windahiyên cidî çê bûne û ev tişt gotin: "Ji bo ev bên çareserkirin, divê kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bikin û yekitiya xwe ava bikin. Ji bilî yekîtiyê wekî din tu riyeke kurdan tune ye."
Şerên li Rojhilata Navîn û pêşketinên di vî warî de derketin pêş mohra xwe li sala 2017'an xist û raya giştî ya cîhanê şahidiya gelek qewimînan kir. Herêmeke ku geşedanên mezin lê qewimîn jî Herêma Kurdistana Federe bû. Pêşmergeyên PDK'ê di 2'yê Adarê de êrîşî Şengalê kirin, beyî ku Parlamentoya Kurdistanê veke, PDK referandûma serxwebûnê pêk anî, Artêşa Iraqê bi hêzên Heşdî Şabî re Kerkuk dagir kir û teslîmkirina Kerkukê, îstifakirina Serokê PDK'ê Mesûd Berzanî ya ji Serokatiya Herêma Kurdistana Federe, di demên dawî de li navenda Renyayê serhildanên gel û hwd. gelek geşedanên girîng qewimîn.
Rojnameger Fehîm Işik hem pêşketinên di sala 2017'an de xwe dan der û bandora wan a li ser 2018'an şîrove kir.
'PDK'E XWEST HÊZÊN HPG'Ê DERXE'
Işîk da zanîn ku pêşketinên li Herêma Kurdistana Federe, pirsgirêkên kurdan ên navxweyî, têkiliyên wan ên bi dewletên herêmê re û navneteweyî re ji vê serbixwe nikare bê fikirîn û ev tişt got: "Planên li ser Şengalê ji vê ne cuda ne. Di Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê Şengal dagir kir û piştre bi hezaran êzidî qetil kir. Di vir de para Rêveberiya Kurdistana Başûr zêde ye. Rêveberiya Başûr li dijî vê komkujiyê tu tevdîr negirt. Heta daxwaza çekdayinê ya civaka êzidî nebersivand û ev dagirkerî pêk hat. Mixabin ji bilîcçekdayînê, tu kesî Şengal ji DAIŞ'ê neparast. Pêşmergeyên Başûr qad ji DAIŞ'ê re hiştin û xwe kişandin Dihok û Hewlêrê. Rizgarkirina Şengalê dîsa bi êş bû. Demek dirêj girt. Herî dawî ji hêlekê ve HPG û ji hêlekê ve jî pêşmergeyên Başûr DAIŞ ji Şengalê derxist. Lê vê yekê Şengal aramî nekir, birînên Şengalê nepêça. Ji ber wê gelek êzidî nexwestin vegerin Şengalê."
Işik destnîşan kir ku Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, bi taybetî PDK, cihê ku bi gerîlayên HPG'ê yên Şengal ji DAIŞ'ê parastin û pêşî li komkujiyên mezintir girtin re li hev bê, li gorî berjewendiyên dewletên herêmê yên wekî Tirkiyeyê tev geriyaye, xwestiye HPG'ê ji Şengalê derxe û wiha got: "Rêveberiya PDK'ê, di bin navê Pêşmergeyên Rojava de, yekîneyên ji ciwanên kurd pêk tê şand Şengalê. Baş bû ku di zûtirîn demê de pêşî li provokasyonan hatin girtin. Bi hewldana hêzên leşkerî yên kurd, beyî ku şerekî mezin dest pê bike pêşî lê hat girtin."
'ŞENGAL AXA DAWÎ YA ÊZIDIYAN E'
Işik aşkera kir ku piştî dagirkirina Kerkukê, rewşeke hêj xirabtir derketiye holê, piştî vekîşîna pêşmergeyan Şengal dîsa ketiye destê hêzên Iraqê û wiha pê de çû: "Civaka êzidî civaka herî mexdûr a herêmê ye û divê baweriya wan li ber çavan bê girtin û teqez mafên wan bên dayîn. Ji bo vê jî di serî de rêveberiya Başûrê Kurdistanê, divê kurd peywirên cidî bigirin ser milê xwe. Şengal axa dawî ya êzidiyan e. Divê xwe bi awayekî azad bi rê ve bibin. Bêguman ne wekî hin kesan gotî, divê ji Kurdistanê cuda bê destgirtin."
'PIRSGIRÊKA KERKUKÊ STATU YE'
Işik diyar kir ku Kerkuk parçeyekê Kurdistanê ye, lê ji ber taybetmendiyên xwe ji bajarên Kurdistanê yên din cudatir e û wiha domand: "Ji derveyê kurdan, ereb û tirkmen jî li vî bajarî dijîn. Cudahiyeke din jî çavkaniyeke xurt a petrolê lê heye. Pirsgirêka Kerkukê statu ye. Di sala 2005'an de Makeqanûna Iraqê biryara referandumê dabû. Bi referandumê bajarên wekî Kerkuk, Şengal, Mendelîn û Xaneqînê dê bi ku ve bên girêdan, dê diyar bibe. Divê referandumek pêk bê. Hikumeta navendî her dem astengî derxist. Heke ala Kurdistanê li Kerkukê hatibe daliqandin, berteka li dijî vê bê statuyê ye. Li Başûrê Kurdistanê du alên tên qebûlkirin. Heke statu bihata diyarkirin, dê ev rewş ji bo Kerkukê jî derbasdar bûya. Dema ev rewşa fiîlî xwestin bi referandumê pêk bînin, pirsgirêk hêj diyarde bû.
'DI SALA 2017'AN DE WINDAHIYÊN CIDÎ ÇÊ BÛN'
Işik derbirî ku di sala 2017'an de li Herêma Federal a Kurdistanê windahiyên cidî çê bûne, sedema vê jî wekî neçareserkirina pirsgirêkên navxweyî ve girêda. Işik anî ziman ku ji ber helwesta rêveberiya PDK'ê ya xwe wekî navend dide nîşandan û ji sala 2015'an vir ve parlamento bê bandor kiriye, serokê parlamentoyê nikare biçe paytextê û ev tişt gotin: "Referanduma serxwebûnê bi wêderkirina parlamentoyê pêk hat. Berî ku referandûm pêk bê, referandûm birin meclisê, nîqaşên di vê der barê de bi dawî kirin."
'PARA ŞAŞÎTIYÊN PDK Û YNK’Ê MEZIN E’
Işik bal kişand ser rewşa Kerkûkê ya piştî ji aliyê Artêşa Iraq û Heşdî Şabî ve hat dagirkirin û got: “Ev nîqaş nêzîkatiyên nelihevkirin û ez navendî me. Cesaret daye aliyên ku ewil berjewendiyên xwe dikin pêşeng. Berdana wan û pişt re tenêhiştina Kerkûkê tê wateya xizmeta ji serdestan re. Divê ku mirov qebûl bike, her du partî yanî para tenê hiştina Kerkûkê ya PDK û YNK’ê ji yên din zêdetir e. Berdana Kerkûkê bû sedemê ji sedî 70’ê ya petrol ji kontrola kurdan derbikeve. Ev rewş têkçûnek cidî ye.”
'DYA DÎSA BI TENÊ HIŞT’
Işik destnîşan kir ku di sala 1975’an piştî DYA’yê desteka xwe birî PDK a ku bi tenê ma ji çiyayan daket, biryara xelaskirina têkoşîna çekdarî da û wiha got: “Kerkûk û Şengal ên bi bedelên giran hatin sitendin, vê carê di sîniya zêrîn de radestî hikumeta navendî ya Iraqê hat kirin. DYA dîsa kurdan bi tenê hişt. Bi taybetî pişta Serokwezîrê Iraqê Haydar El Abadî hat girtin.”
Işik da zanîn ku ji ber rewşa qewimî hêj partî hev sûcdar dikin û li şûna xizmetê ji dewletên li herêmê re bikin, divê li ba hev kom bibin û helwesta xwe bikin yek. Işik got ku heke ev yek neyê kirin li şûna windahiyan kêm bikin dê hin windahiyên mezin çê bibin.
Işik nirxandina xwe wiha domand: “Feyde di bîrxistinê de heye. Li Başûrê Kurdistan rêveberî ji 1991’î de dewr hat girtin. Di 1992’an de hilbijartin pêk hat. Parlmento dest bi xebatê kir û hikumet ava kirin. Ji wê rojê vir ve her çi qas baş û xerab be jî hilbijartin di dema xwe de pêk hatin.
KETINA KERKÛKÊ BERTEKAN MEZIN KIR
Di navbera 1991-2003’an de gelê Kurdistanê fedakeriyek mezin nîşan da. Betalî di asta herî jor de bû. Xizmeta rê, av, ceryan, binesazî, tenduristî û perwerdehî di astek xerab de bûn. Mirov malên xwe yên ji ber şer bûbûn kavil ava dikir. Rê û pira çê dikir. Jiyanek nû dihat avakirin. Di sala 2003’an de rêveberiya Saddam bi temamî têk çû û kurd daxilî rêveberiya Iraqê ya giştî bûn. Piştî ji dahatê para xwe girtin her ku çû li Başûr rewş ango tablo guherî. Qîmeta dînarên Iraqê zêde bû. Li bajarên mîna Silêmanî, Dihok û Hewlêrê navendên kirîn û firotin li ser hev hatin çêkirin. Malên pir luks hatin çêkirin. Civak bi tiştên xweş û baş re hat nasîn. Vê tabloyê bê pergaliya jdahatê ya di nav civakê de jî derxist holê. Aliyekî mezin ên xebatkaran û bi taybetî jî yên di saziyên cemaweriyê de nikaribûn xwe bigîhînin serê mehê. Lê ev zêde bû û dewlemendan dest bi hilberînê kir. Hin dewlemendên bûn di hin rêveberî û bûyîna wan a kadroyên partiyan jî elbet ne tesadufî bû. Vê yekê nelirêtiyê û bertîl jî bi xwe re anî.
Ji 2011’an vir ve şerê ku bi navê ‘Bihara Ereban’ dest pê kir, veguhezî Iraqê jî û vê rewşê hin bêtir tengezarî derxist. Taybetmendiyek pevçûnên vê serdemê jî ew e ku her ku çû jêhatina budçeyê kêm bû û nedayîna muçeyên xebatkaran e. Ji 3-5 mehan carek hin qismek muçeyên wan didane wan. Gel bi bertek bû lê ji ber şerê li Iraqê diqewimî bêyî ku nerazîbûn mezin bibe dihat çareserkirin. Hin bêtir heke mirov zelaltir bêje, li gel ewqas neheqiyê jî gel fedakariyê dida nîşandan. Lê vê rewşê bi ketina Kerkûkê re li dijî rêveberiya nekêr her ku çû bertekan mezin kir û hêrsa gel zêde bû. Her kesî jî dizanibû dê ev hêrs bê vê astê.
DIVÊ KURD PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN
Niha ne mimkûn e mirov bikaribe bêje dê xwepêşandanên dawî ber bi ku ve biçe. Lê heke ku tundiya li ser xwepêşandanan hat ferzkirin bidome û xwepêşandanên demokratîk bi tundiyê bên çewisandin dê ji îro bêtir mezintir bibe. Divê em bawer bin ku rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê ya parçekirî hin bêtir nikaribe ji nav derbikeve. Wê halek nexweş derbikeve.
Atmosfera ji bo Kurdistanê di 2018’an de dê çi be, di civînên dawiya 2017’an de hatin lidarxistin xwe da nîşandan. Di destpêka 2017’an de bi hewldana KNK’ê lidarxistina civînan hat rojevê. Civînên li Silêmaniyê, Rojava û Ewropayê û di rojên dawî de civîna yekîtiya kurdan a li Amedê pêk hat gelek girîng bûn. Ev pir aşkere ye heke ku di navbera kurdan de yekîtî neyê avakirin û kurd polîtîkayek hevbeş ava nekin, destkeftiyên xwe ne parêz in dê gav bi gav winda bikin. Ev gelek girîng e. Berovajî vê yekê dewletên herêmê dev ji emelên xwe bernedan e. Kurd hêza xwe winda bikin wê wan di çengek av de bixeniqînin. Ji bo berterafkirina vê yêkê ji bilî çareserkirina pirsgirêkên navxweyî tu riyeke din a kurdan tune ye. An jê ez dikarim bêjim dê sala 2018’an ji sala 2017’an xerabtir bibe.”
MA / Muhammet Dogru