AGIRÎ - Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş ji ber ku di sala 2015’an de li Tendurekê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû, bi sûcdariya “Bi zanebûn û dildarî alîkarî daye rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin, hat girtin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Agiriyê Naîle Bariş ji ber ku di 6’ê Tebaxa 2015’an de li Tendurekê beşdarî daxuyaniyek li dijî “Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî” ku Waliyê Agiriyê li herêma Tendurekê îlan kir, bû, bi sûcdariya “Bi zanebûn û dildarî alîkarî daye rêxistinê” 4 sal 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn ji aliye dadgeha îstînaf ve hat erêkirin. Bariş ku cezayê wê hat erêkirin, di 28’ê Kanûnê de polîsan ser mala wê de girtin û birin girtîgeha Patnosê.