AMED - Şaredara Rezanê ya berê Yuksel Baran ji doza dihat darizandin tahliye bû.
Şaredara berê ya Rezanê Yuksel Baran ya di 23'yê Hezîranê de hat girtin û endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Ercan Arslan û Hamîde Yuksel, yên bê girtî dihatin darizandin, ji ber xebatên siyasî bi sûcê "Rêxistin ava kirine û bi rêve birine" û "Endamên rêxistinê ne" dihatin tewambarkirin. 3'yemîn danişîna dozê hat dîtin.
BARAN TAHLIYE BÛ
Danişîna li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Baran û parêzerê wê amade bûn. Baran bi kurdî parastina xwe ya berê dubare kir û tahliyeya xwe xwest.
Dozger piştre mutalaya xwe da û xwest girtina siyasetmedaran dewam bike. Piştî parastina parêzvanan, heyeta dadgehê biryara xwe da û bi şertê "Kontrola edlî" Baran tahliye kir.
Ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin, doz taloqî meha Nîsanê kirin.