Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû

  • rojane
  • 10:22 29 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL – Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK’ê hat girtin û zimanzan Samî Tan diyar kir ku mirov wek salên berê di sala 2017’an de jî ji ber kurdî axivîn hatin lînckirin û kuştin û got: “Hovîtiyek ji vê yekê mezintir tune ye. Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû ” 

Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha li dijî kurdî zext qet kêm nebûn û didomin. Di sala 2017’an jî li dijî kurdî zext zêde bûn û ev sal jî bû sala li dijî zimanê kurdî. Qeyûmên tayînî şûna şaredariyên DBP’ê hatin kirin, peyker, abîde, nav û nivîsên sembol û çanda gelê kurd didin nîşandan hilweşandin û nivîsan paqij kirin. Van zextan mohra xwe li sala 2017’an da. 
 
Li gelek dibistanan jî zextên li ser zimanê kurdî dewam kirin û gelek rayedarên dewlet û mamosteyên dibistanan xwestin zarokên kurd di aşê pişaftinê de derbas bikin. Hem zimanê kurdî li zarokan hat qedexekirin û hem jî li ser eniya zarokan stêrk û hîv hatin xêzkirin. Her wiha al dan destên zarokan û wan şandin malê. 
 
Di sala 2017’an de ku zextên li dijî kurdî kêm nebûn, li dijî stran û çanda kurdan jî pêkûtî hebûn. Ji biçûkan heta mezinan welatiyên kurd ji ber bi kurdî stirîn hatin binçavirin, girtin û cezakirin. Dawet û rengên kurdan asteng û qedexe kirin. Li metropolên rojavayê Tirkiyeyê jî ji ber welatiyên kurd bi kurdî axivîn hatin lînckirin. 
 
Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin û zimanzan Samî Tan têkildarî zextên li ser kurdî ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. 
 
'EWIL KURDAN DI KOMKUJIYÊN MEZIN DE DERBAS KIRIN' 
 
Tan diyar kir ku hemû netew-dewlet dixwazin netewek hikûmdar a yek rengî ava bikin û got: “Yek rengiyê ewil li ser ziman û çandê ferz dike. Piştî şeroşa Franasayê feraseta netew dewlet a derket holê û cihê ev feraset lê hebe dixwaze yek zimanî ava bike. Ji ber vê yekê dewletên ewil hatin ava kirin, xwestine di nav civakan de rengên cuda ji holê rabikin. Hêdî hêdî di di warê ziman û çandê de xwestin yek rengî din av civakê de ava bikin. Komar Tirkiyeyê jî li ser vê kevneşopiyê hatiye avakirin. Ewil nijadên ne misilman bûne ji Tirkiyeyê derxistine. Qismek wan hatine qetilkirin û qismek wan jî hatine guhertin. Mînak rûman şandine Yewnanîstanê û tirkên misilman ên li wir jî anîne vir. Dema kurd li vir dibin mijara gotinê, ji ber kurd xwedî nifûsek misilmanin riya pişaftinê ji bo wan hilbijartine. Bêguman ewil di komkujiyên mezin de derbas kirine. Lê dîsa hemûyan qetil nekirine. Ji bo vê yekê polîtîkaya redkirin, înkar û pişaftinê dane meşandin. Dema em li Plana Islahatê ya Şarkê binêrin mirov vê yekê zelal dibîne. Di çarçoveya vê planê de navê hemû gund û bajarên kurdan yek bi yek hatine jimartine. Gotine ‘Li van deran li sûkê ji bilî tirkî axaftin bi zimanekîdin qedexe ye. Yên ku bi zimanekî din biaxivinê dê bên cezakirin.’ Têkildarî vê mijarê çîrokên trajîkomîk jî hene.” 
 
'BI ZAROKAN RE KURDÎ BI HEV RE TIRKÎ DIAXIVIN'
 
Tan bal kişand ser zextên li dijî kurdan û berxwedana kurdan a li dijî tundiyê û ev tişt got: "Bêguman divê behsa berxwedanekî bê kirin. Di nava sûkê de li kera  xwe dixe û divê bi tirkî biaxive, bertekek e. Dema di sala 1960'î de mîtîngên rojhilat li dar dixe, pankartên kurdî tên dîtin. Gel heta astekî di nava xwe de li ber xwe da û bi zimanê xwe axivî. Bi taybetî heta dibistan û televîzyon çû gundan, li gundan kurdî zêdetir tê axaftin. Hûn li gundan zimanê kurdî dibînin. Lê dema tê bajaran kurdî bi rewşên cuda re rû bi rû dimîne. Ji bo pêwîstiyan zimanê kurdî têrê nekiriye, di nava xwe de peyvên tirkî cih girtiye. Ji hêla din ve jî her kesên li dora wan bi tirkî diaxivin. Kurd jî bi tirkî diaxivin. Ji ber wê ew jî hêdî hêdî vegeriyaye tirkî. Vê carê diçe dibistanê û ji neçarî bi tirkî diaxive. Hin pratîk qet nayên ji bîrkirin. Mînak hin mamosteyên faqîst, di malê de jî û li gundan jî kurdî qedexe kirine. Gelek mînakên vê heye. Bêguman li dijî vê berxwedanek jî heye. Lê dema ev asîmlasyon vedigere oto asîmlasyonê, xetereyeke mezin dertê holê."
 
Tan aşkera kir ku di mirovên berxwedêr û girêdayî doza kurdî de ev tişt di bine hişa wan de cih digire û wiha axivî: "Kesên ji bo kurdî li ber xwe daye û berdêl daye, di bin hişa wî de hişmendiya divê ez zarokên xwe biparêzin heye. Niha bi taybetî bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin, lê di navbera xwe de bi tirkî diaxivin. Di vê de rewşekî trajî komîk heye. Berê dayik û bav bi hev re kurdî diaxivîn, niha hinek bi hev re tirkî diaxivin û bi zarokên xwe re kurdî diaxivin. Ew kurdî dê çiqasî kêr bê. Dê çiqasî ji bo zarokan kêrhatî be û dê çiqasî bi kurdî re bijî."
 
'TU DEMA XWEDÎ LI ZIMAN DERTÊ XWEDÎ LI NASNAMEYÊ DERTÊ'
 
Tan der barê mamosteya li Şirnexê di dibistanekî de kurdî qedexekiribû de jî axivî û got ku ev hişmendî ji serdema komarê heta niha dewam dike û wiha pê de çû: "Dema hûn xwedî li zimanê xwe derdikevin, xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Hêstên neteweyî bi vê pêş dikevin. Di nava neteweya kurd de hişmendiya demokratîk bi pêş dikeve. Li gorî aqilmendên AKP'ê û tirkên nijadperest, kurd di vir de gelekî nes bûne. Ji bo vê xwestin bi OHAL'ê vê berovajî bikin. Destkeftiyên kurdan yek bi yek bi OHAL'ê hatin girtin. Hemû dibistan, sazî, şaredarî û konservatuarên di bin banê şaredariyan de destkeftiyên kurdan bûn. AKP dest danî ser an hemûyan. Xwest kurdan bi erdê re bike yek. Em dikarin bêjin bi vê re Kurdistan dîsa dagir kirin. Niha rewş ev e. AKP dixwaze serdestiya birdoziya xwe li ser gelê kurd bide avakirin. Zextên li ser kurdî tên vê wateyê. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên li Tirkiyeê rewşek awarte heye, lê li Kurdistanê rewşek xeter heye. Polîtîkaya salên 60 û 90'î îro dewam dike. Ji ber ku AKP'ê hêvjiya xwe ji kurdan birî. Bi aliyê xwe yê birdozî Kurdistan ji nû ve dagir kir."
 
'TRT KURDÎ PIŞAFTINA SIYASÎ YE'
 
Tan li ser TRT Kurdî û armanca dewletê di vê der barê de ev tişt anî ziman: "Sedema avakirina TRT Kurdî ne pişaftina ziman e, pişaftina siyasî ye. Me got ku hukma birdozî, bi tirkî xwe nagihîne civaka kurd. Ji bo vê dixwaze bi kurdî vê birdoziyê belav bike. Navê vê jî bû TRT Kurdî. Bi taybetî piştî OHAL'ê TRT Kurdî dijminahiya kurdî û kurdan dike. Bi zimanê kurdî, nijadperestiya tirkî li ser gel ferz dike. Qaşo îslameke tirkî ferz dike. Di hemû bernameyên wan de ev tê dîtin. Li borî min TRT Kurdî bi tu awayî xizmeta kurdî û kurdan nake. Bi derxistina çend degbêjan re xizmeta kurdî û kurdan nabe."
 
'LI GEL ZEXT Û HOVÎTIYÊ JÎ XEBATÊN KURDÎ DOM KIRIN' 
 
Di sala 2017'an de li dijî ziman û nirxên kurdan jî gelek êrîşên hovane pêk hatin, Tan di vî warî de jî ev tişt anî ziman: "Sala 2017'an ji bo zimanê kurdî salek zehmet bû. Gelek saziyên girîng ên kurdan hatin girtin. Xebatên der barê kurdî de di vî warî de asteng kirin. Ji ber wê xebatên der barê kurdî de bi sînor man. Piştî şaredarî desteserkirin, saziyên kurdan ji holê rabûn. Bi vê re di civakê de tirsek derket pêş. Mirov di warê xwendin, nivîsandina kurdî de ketin nav fikaran. Vê yekê jî bandoreke mezin li ser bazara kurdî kir. Dema em li fuarên pirtûka mêze dikin, em dibînin ku weşanxaneyên kurdî pir bi sînor in. Hêj ji ber ku mirov bi kurdî diaxivin, wan lînç dikin. Hovîtiyeke ji vê mezintir heye. Girtina saziyên kurdan bi serê xwe êrîşa herî mezin e. Ji bo wê jî êrîş gelekî berfireh e. Ev hemû di sala 2017'an de li dijî zimanê kurdî pêk hatin û ev jî dide nîşan ku ev sal ji bo kurdî salek ne baş bû. Lê ruxmê vê jî mirov xebatên xwe yên der barê kurdî de dewam dikin."
 
PEYAMA TAN A SALA 2018'AN
 
Tan hêviyên xwe yên ji bo kurdî yên sala 2018'an jî bi van gotinan şîrove kir: "Em dixwazin sala 2018'an ji bo kurdî bibe destpêkeke nû. Divê di vî warî de têkoşîn bê dayîn. Beyî têkoşîn tu tişt pêk nayê. Divê em saziyên kurdan di vî warî de bidin zorê. Divê teqes mirov bên gel hev, ev di warê komele dibe, platrform dibe, însiyatîf dibe, çi dibe bila bibe, divê mirov bên gel hev û xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Divê sazibûna xwe bi pêş bixin. Divê di navbera van saziyan de têkiliyên pir xurt hebin. Divê weşanxaneyên kurdî yekitiyê di navbera xwe de xurt bikin. Divê tevgera siyasî ya kurd pêşengiya vê bike. Ev xebat bi pêş keve, dê ji bo sala 2018'an bibe destpêkekî. Di warê paşveçûnê de sînorek heye. Li gorî min em xala dawî ya vê paşveçûnê ne. Yanî divê derketinek ji vê hebe."
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin