AMED – Şaredariya Sûrê der barê 80 avahiyên li Kirklar Daxiyê biryara rûxandinê da. Şaredariyê nivîs ji fîrmaya înşeatê re şand û jê xwest ku di nav 10 rojan de bila avahiyên qaçax û bêruhset bên xerakirin.
Di sala 2008’an de ji bo li Kirklar Daxiyê ya li Pira Deh Derî dinere, tesîsên civakî û çandî û qadên hêşîn bên çêkirin, daxwaza rêvekirina ji bo îmarê hatibû tesdîqkirin, lê belê bi hinceta ji bo ji bilî qada çandiniyê bê bikaranîn destûr ji Desteya Parastina Axê nehatiye stendin ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Yekemîn a Amedê ve hatibû betalkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev biryar şandibû Şûraya Dewletê. Piştî vê biryarê Şaredariya Sûrê tev geriya û diyar kir ku ev qad qada çandiniyê ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî vê biryara Şaredariya Sûrê tesdîq kir û li ser vê avahiyên li Kirklar daxiyê ketin statuya avahiyên qaçax. Piştî biryara statuya qaçax li 4 blokên hatin çêkirin 80 avahî hatin mohrkirin. Şaredariyê ji bo mohrkirinê jî, hinceta ne ku ji ber ev qad qada çandiniyê ye, ji ber ku dema ruhseta îneşatê tije bûye mohr kiriye nîşan da.
WÊ AVAHIYÊN LI KIRKLAR DAXIYÊ HEMÛ BÊN RÛXANDIN
Gerînendetiya Îmar û Bajarsaziyê ya Şaredariya Sûrê der barê 80 avahiyên li Kirklar Daxiyê ku çêkirina wan hatibû rawestandin biryara rûxandinê da. Înşeata li Kirklar Daxiyê ji 4 blokan pêk tê û bi giştî 80 avahî lê hene. Şaredariyê duh nivîsek ji TUR.İNŞ.TAR.SAN.LTD.ŞTİ ya Kirklar Daxiyê re şand û jê xwest ku di nav 10 rojan de avahiyan birûxîne.
Her wiha şaredariyê di nivîsê de hişyar kir ku heke di dema hatiye nîşandan de avahî neyên rûxandin ew ê birûxînin.