ŞIRNEX – Li Cizîrê Dayikên Şemiyê, piştî qedexeyan 105 hefte ne nikarin kom bibin. Malbatên ku gotin “Dema em tên gel hev êşa me sivik dibe” destnîşan kirin ku ew ê dev ji doza xwe bernedin û li pêyî kiryaran bin.
Li Cizîra Şirnexê Dayikên Şemiyê yên ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di salên 90’î de di bin çavan de hatin windakirin û bûn qurbanên cinayetên “kiryar nediyar” bipirsin bi salan têdikoşiyan, ji ber qedeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de li bajêr hat îlankirin êdî nikaribûn bên gel hev. Herî dawî di hefteya 361’emîn de hatibûn gel hev û di çalakiya xwe de doza dîtina kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê li Sûra Amedê hat kuştin kiribûn.
Malbatên 105 hefte ne nikarin bên gel hev, gotin ku ew ê tim li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.
‘LI TOROSÊ SIWAR KIRIN Û BIRIN’
Hediye Duşkun, hevjîna Abdûllah Duşkunê ku di sala 1994’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve ji malê hat birin, yek ji wan dayikên ku tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibe. Duşkun diyar kir ku ji ber Rewşa Awarte ew û dayikên din nikarin bên gel hev û çîroka hevjînê xwe ya bi heftane nikare ji raya giştî re parve bike wiha vegot: “Em li gundê Damlarca yê Basanê diman. Ji ber gundê me hat valakirin em mecbûr man biçin Cizîrê. Dema em li malê rûniştî bûn kesên sivîl û di dest wan de çekên lûledirêj hatin û gotin ew polîs in û hevjînê min ji malê birin. Min xwest li pêyî hevjînê xwe biçim. Lê belê ji min re gotin heke tu gaveke din jî bavêjî em ê te bikuji.’ Hevjînê min li wesayîteke bi marka Toros siwar kirin û birin.”
‘MIN EW JI KINCÊN WÎ NAS KIRIN’
Duşkun destnîşan kir ku piştî 4 rojan şûnde cenazeyê hevjînê wê li gundê Girefş ê Nisêbîna Mêrdînê hatiye dîtin û ev tişt gotin: “Gundî cenaze defin kiribûn. Min wî ji kinc û eşyayên wî nas kir. Leşkerên li gund jî beriya definkirinê wêneyê cenaze kişandibûn. Bera serê hevjînê min dabûn.”
‘ÊŞA ME SIVIK DIBÛ’
Duşkun bi lêv kir ku dewlet berpirsiyariya xwe bi cih neaniye. Duşkun got ku ew ê hewl bidin ew û dayikan dîsa bên gel hev û doza dîtina kiryaran bikin. Duşkun wiha axivî: “Dema em û dayikên din dihatin gel hev êşa me sivik dibû. Me dengê xwe radigihand mirovan. Cîhan li ser vê şermê xeber dide. Lê niha em nikarin derkevin ber derî jî.”
‘ÊDÎ EZ Ê DU WÊNEYAN HILGIRIM’
Sacîda Mubrîz ku ji li aqûbeta tiyê xwe Kemal Mubarîz ê di sala 1994’an de hat windakirin bipirse her hefte tev li çalakiya Dayikên Şemiyê dibû jî dixwaze ew çalakiyên xwe yên heftane bidomînin. Di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ya di navbera 14’ê kanûna 2015’an û 2’yê Adara 2016’an hat îlankirin de, kurê Kemal Garîp Mubarîz jî jiyan xwe ji dest da. Dayik Mubarîz got ku ew ê êdî di çalakiyê de wêneyên du kesan hilgire.
Mubarîz bi bîr xist bi salan e ew ji tiyê xwe li pêyî edaletê ne û ev tişt gotin: “Di sala 1994’an de avêtin ser mala me. Bi hinceta îfadeyê hevjînê min Omer û tiyê min Kemal birin qereqolê. Bi beramberiya fîdyeyê hevjînê min berdan. Ji bo tiyê min Kemal jî pere xwestin û ji bo komkirina pere wext dan. Paşê me ji bo Kemal pere bir. Pere wergirtin, lê belê Kemal neşandin.”
‘EM Ê WÎ LI CEM KURÊ WÎ DEFIN BIKIN’
Mubarîz anî ziman ku wan heta niha gelek serlêdan kirine, lê belê hemû bê encam mane û wiha got: “Bi salan ez û hevjînê xwe, em li cenazeyê Kemal geriyan. Xesûya min ji kerba mir. Min di qedexeyê de kurê wî Garîp Mubarîz mir. Min wî mezin kiribû. Garîp tim dixwest goreke bavê wî hebe. Dema sax bû me ev yek pêk neanî. Lê em ê li pêyî dîtina cenazeyê Kemal bin. Helbet em ê rojekê hestiyên Kemal bibînin û wî li cem kurê wî defin bikin.”