*Dengbêj Salih Ûltar ku tim bi stran û gotinan behsa Komkujiya Geliyê Zîlan dike, di dema komkujiyê de dayika wî di nin cenazeyan de maye û xelas bûye. Vê carê jî tiştên ku dayika wî di dema komkujiyê de bi wan re rû bi rû maye kirin stran.
*Malbatên 12 HPG’iyên ku di malekê de bi awayekî komî hatin kuştin de, bi gumana “înfazê” serî li dozgeriyê dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê serlêdana malbatan de biryara neşopandinê da. Cemîl Aşkanê ku kurê xwe winda kir, got ku bêyî lêpirsîn bê birêvebirin ser bûyerê hatiye nixumandin.
*Berdevkê DÎB’ê Prof. Dr. Riza Turmen kampanyaya “Em Tirkiyeyeke bê OHAL dixwazin” ku DÎB daye destpêkirin nirxand û ev tişt gotin: “Em ê bi vê kampanyayê torên pêwendiyê çê bikin. Bi pêkanîna vê tora pêwendiyê em ê îktîdarê nerihet bikin û bibin ‘mêşa kera’ ya Sokrates.”
*Koordînasyona Kedê ya Yekbûyî ku çend roj berê hat avakirin, diyar kir ku armanca wan ew e ku çalakiyên karkeran hêzdar bikin û destkeftiyên wan zêdetir bikin.
*Li Cizîrê Dayikên Şemiyê, piştî qedexeyan 105 hefte ne nikarin bên gel hev. Malbatên ku gotin “Dema em tên gel hev êşa me sivik dibe” destnîşan kirin ku ew ê dev ji doza xwe bernedin û li pêyî kiryaran bin.
* Şaredariya Sûrê der barê 80 avahiyên li Kirklar Daxiyê biryara rûxandinê da. Şaredariyê nivîs ji fîrmaya înşeatê re şand û jê xwest ku di nav 10 rojan de bila avahiyên qaçax û bêruhset bên xerakirin.
* Dozger ji bo 40 hezar pereyê ku di bûyera Necmettîn Fendîk yê ji aliyê polîsan ve di mala wî de hate kuştin ji aliyê polisan ve hate dizîn hewcetî bi lêpirsinê nedît û ji hevjina wî Kûdret Fendîk re wiha hat gotin: "Ka tu vî 7 hezar lîreyî bibe, dibe ku em yên din jî bidin."
*Girtiyê nexweş Azîz Baglan ê 69 salî ku di 16’ê Çileya 2016’an de li Bazîda Agiriyê hat binçav kirin û paşê girtin, 24 meh in li benda îdîanameyê ye.
*Rojnameger Fehîm Işik aşkera kir ku di sala 2017'an de li Herêma Kurdistana Federe windahiyên cidî çê bûne û ev tişt gotin: "Ji bo ev bên çareserkirin, divê kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bikin û yekitiya xwe ava bikin. Ji bilî yekîtiyê wekî din tu riyeke kurdan tune ye."
* Danişîna doza 31 kesên ku parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî di navde ya bi sedema ku di şîna komkujiya Roboskê de neheqî li Qeymeqamê wê demê Naif Yavuz kirine hat vekirin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya, dê rapora 2017'an a binpêkirina mafê çayemeniyê li şaxa ÎHD'ê bi raya giştî re parve bike. (11.00)
*Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê dê têkildarî komkujiya Roboskî li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hêjmar 1 civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Baroya Amedê ji bo kujerê serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi bê dîtin dê di hefteya 107'an de li ber Edliyeya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.30)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya 'Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 416’an de berdewam bike. (13.30/18.00)
* Komîsyona bawerî û gelan a HDP'ê tê têkildarî komkujiya Mereşê li salona Cezayirê ya stenbole panelê pêk bîne. (19.00)