ŞIRNEX - Li ser navê xizm û malbatên 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskî Velî Encu axivî û wiha got: “6 sal in edalet pêk neanîne. Îro desthilatdarî li şûna ‘dara edaletê av bide’ ‘dara kesên zilmê diçînin av dide.’ Êdî ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê.”
Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên TSK’ê çoltara gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê bombebaran kirin û di bombebaranê de 19 jê zarok 34 sivîl miribûn. Di 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê de 34 kes li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di dema bîranînê de li Goristana Roboskiyê ewlekariyeke zêde hebû. Malbatên xizmên xwe di komkujiyê de winda kirin, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar, Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez, rêveberên HDP û DBP’ê beşdarî bîranînê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê xizm û malbatên Roboskiyê, Serokê ROBOSKÎ-DER'ê ku bi biryara KHK’ê hat girtin Velî Encu axivî. Encu diyar kir ku dê daxwaza xwe ya edaletê mezintir bikin û wiha axivî: “Bi bombardimanan mirovên li pey nanê xwe qetil kirin. Agahiya leşkeran ji komkujiyê hebû. Piştî komkujiyê nehiştin ambulans jî derbas bibin. Gelek birîndarên me ji ber zêde xwîn ji wan çû mirin.”
'DESTHILATDARÎ AVÊ DIDE ÊN KU ZILMÊ DIÇÎNIN'
Encu anî ziman ku piştî komkujiyê rayedarên desthilatdariyê soz dan ku dê bûyerê ronî bikin û wiha got: “Erdogan û hemû wezîran jî digotin dê kujeran bidarizînin. Lê 6 sal derbas bûn, hîna edalet pêk nehatiye. Der barê kujeran de zirxa dadgehê heye. Ger kujerên Roboskiyê bihatanan darizandin, dibe ku rastiya komkujiyên din jî derketana holê. Îro desthilatdar li şûna ‘dara edaletê av bide’, ‘dara kesên zilmê diçînin av dide.’ Êdî ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê . Ez baş dizanim em hemû vî dengê baş dibihîsin.”
'EMÊ DEST JI HESABPIRSÎNÊ BERNEDIN'
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji malbatan re sersaxî xwest û wiha axivî: “Hêviya me ew e ku kujer bên darizandin. Ji ber ku pergal bi faşîzmê hatiye avakirin, hesabê tu komkujiyê nadin. Di 2 salên dawî de gelek êşên mezin hatin jiyîn. Ji bo bîranînê jî astengiyan derdixin. Lê em ê têkoşînê mezintir bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî diyar kir ku dîroka Komara Tirkiyeyê bi komkujiyan tije ye û wiha axivî: “Gava komkujiya Roboskiyê bê ronîkirin, dê aştî û demokrasî jî pêş bikeve. Ên ku komkujî pêk anîn hesab nedan. Ji bo kujer hesab bidin em ê têbikoşîn. Em ê tim hesabê vê yekê bipirsin. Heya berpirsiyar hesap bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Kemalbay bal kişand ser cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hatin derxistin jî û wiha got: “Ev hişmendiya kujeriyî ewqas xwe xistiye ku heta cenazeyan ji gorên wan derdixin. Erdogan postalên paşayên 12’ê Îlonê li xwe dike. Bi sûcdarekî şerê Sudanê re mil bi mil digere. Gera bi kujerekê sedan mirovan re şerma herî mezin e. Welat di bin dargirkeriyê de ye. Ji bo bîranînekê em di bin dorpêçê de ne."
Bîranîn piştî xwendina nameya parlamenterê HDP’ê yê girtî Ferhat Encu bi dawî bû.