STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, cara 717'an daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, serlêdana wan dîsa hat redkirin
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 717'an daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bursayê. Parêzeran bi vê serlêdanê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha cara 717’an daxwazname dan serdozgeriyê û vê carê jî serlêdana parêzeran bê encam ma.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 717 serlêdanên wan ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye" û herî dawî jî bi sedema "OHAL" hat redkirin.