AMED - Girtîgeha Tîpa D Amedê, pirtûkên “Peter Pan”, “Tom Sawyer” û “Robînson Crosue” bi hinceta “Ewlehiya saziyê dixe xeteriyê” nedan girtiyan.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa D a Amedê, pirtûkên “Karalik Çokerken Umususluga Karşi İyimserlik”, “Îktîdar Seçkînkerî”, “Robînson Crosue”, “Kuçuk Pres”, “Alî Baba ve Kirk Haramîler”, “Peter Pan”, “Tom Sawyer” û Kanatlarin Golgesinde Şengal Dîle Gelîrse” yên ji girtî Mahsum Koyun re hatin şadin, bi hinceta ewlekariya girtîgehê dixe xeteriyê nedan.
‘EWLEKARIYA GIRTÎGEHÊ DIXE XETERIYÊ’
Midûrê girtîgehê hêceta nedayîna pirtûk a girtiyan wiha aşkere kir: “Di encama lêpirsîna waşanên pirtûkên di lîsteyê de navên wan heyî, ji ber ku ne pirtûkên dersane, dibe ku bi şîfrebin û rê li ber agahiyên bê kontrol keveke û ewlekariya saziyê bixe xeteriyê, her wiha di pêvoya OHAL’ê de di çarçoveyê têkoşîna li dijî terorê de nivîsên ji saziya me re hatin de dibeje, dibe ku di weşanên ji derve de ji hikûmxar û girtiyan re tên de agahî dayîn hebe, ji ber vê yekê divê ev weşan neyên dayîn. Ji ber vê biryar hat dayîn ku pirtûk neyên dayî.”