STENBOL – Wekîlê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, ji ber ku dîmenên bombekirina malên li Geverê yên pêşkêşvana Star TV'yê Nazli Çelîk weşandibû rexne kiribû, piştî salekê doza 50 hezar lîreyî li Zeydan vekir.
Di 8'ê Nîsana 2016'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, pêşkêşvana Star TV'yê Nazli Çelîk bi maşînê zirxî çûbû navçeyê û dîmenê bombekirina malan qeyd kiribû û weşandibû. Ji ber van dîmenan Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Abdullah Zeydan, Çelîk rexne kiribû. Ji ber rexneyan piştî salekê, Çelîk doza 50 hezar lîreyî li Zeydan vekir.
Zeydan diyarkiribû ku Çelîk "Şov dike" û mijar biribû meclisê. Zeydan gotibû ku "Nazli Çelîk ji bo şovê malên gelê Geverê bombe dike û me medyaya heriyê ji wezîr pirsî. Gelo bersiveke wî heye bide?" Pişî salekî ji ber van axaftinên Zeydan, ÇElîk bi rêya parêzerê xwe Rezan Epozdemîr, serlêdana sûc kir û da zanîn ku ew hatiye rencîdekirin.
Parêzerê Çelîk Epozdemîr serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Stenbolê da, di daxwaznameya dozê de ev tişt hat gotin: "Sedema çêkirina nûçeyê, bandora terorê ya li ser gelê navçeyê bû. Abdula Zeydan ê doz lê hatiye vekirin, bi gorinê xwe miwekîla min Nazli Çelîk û mafên wê binpê kiriye. Em dixwazin ji dozdar tezmînata 50 hezar lîreyî tahsîs bikin."