RIHA - 11'emîn danişîna 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat ditîn. Bi sedema dozgerê dozê dîsa hat guhertin danişîna dozê taloq kirin.
11'emîn danişîna 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Doz dîsa bi sedema dozger hatiye guhertin taloq kirin. Di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê polis Feyyaz Yumuşak û Okan Acar di malên xwe de hatibûn kuştin. Hikûmetê ev yek kir sedem û "Pêvajoya çareseriyê" xera kir. Pişti 2 polîs hatin kuştin doz hatibû vekirin û danişîna 11'emîn îro hatin ditin. Di danişînê de bersûc Mehmet Nacî Yılmaz, Sedat Aydin û Huseyin Aydın bi riya SEGBİS’ê ji girtîgehê tev li dozê bûn. Hasan Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê jî di danişînê de amade bû. Doza ku 9 bersûcê wê hene, 4 jê girtî tên darizandin.
Parêzerê bersûcna Huseyin Akay, parastin kir û diyar kir ku berî her tiştî ew edaletê dixwazin û wiha got: "Der barê 9 bersûcan de heman îdîa heye. Lê hinek girtî ne, hinek serbest in. Behsa delîlên dosyayê dikin. Lê delîl ji midûriyeta polîsan hatiye. Telefon ji miduriyetea polîsan hatiye. Me ji bo muwekilê xwe Sedat Aydın xwest ku ji Girtîgehae Osmaniye sewqî Girtîgeha Rihayê bê kirin, lê hêj tu bersûc tuney e. Ez tahliyeya muwekilê xwe dixwazim."
Piştî parêzeran parastin kir disa bi sedema dozger hatiye guheritn dem hat dayîn û biryara berdewama girtina bersûcên girtî hat dayîn. Danişîna dozê taloqî 20'ê Sibata 2018'an kirin.