EDENE - Serdozgerê Komarê yê Edeneye, der barê polîsê li korîdora edliyeyê li du zarokan xist de, lêpirsîn da destpêkirin.
Di 22'yê Kanûnê de li Edliyeya Edeneyê polîsekî li korîdorê 2 zarok derb kiribûn û dîmenên lêdana zarokan di ajansa me de derketibûn. Şideta polîsan a di rojevê de cih girt, Serdozgerê Komarê yê Edeneyê der barê polîs de lêpirsîn da destpêkirin.
Piştî bûyerê endamê Komîsyona Zarokan a Baroya Edeneyê serlêdana sûc kirin, li ser vê Serdozgerê Komarê yê Edeneyê lêpirsîn da destpêkirin û daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgerê Komarê daye destpêkirin de, ji ber wê divê dîmenên der barê Amîrtiya Buroya Xespê ya Miduryeta Şaxa Asayîşa Miduryeta Edeneyê de bên girtin, dîmenên der barê bûyerê de yên li edliyeyê bên tespîtkirin, ji Saziya Tiba Edlî muayeneya zarokan bê kirin û rapora mexdûrbûnê bê girtin û ji bo vê ferman hatiye dayîn. Her wiha tê îdiakirin ku zarok rastî şidetê hatine, divê li Odeya Hevdîtinê ya Edlî ya Edliyeya Edeneyê îfadeya wan bê girtin, kesên bi fikar ên şided li dijî zarokan bi kar anîne, bi beyanên zarokan re ji Serdozgerê Komarê re bên şandin."