ENQERE – HDP, bi minasebeta 6’emîn salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “100 sal jî derbas bibe em kokujiya Roboskî ji bîr nakin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 6’emîn komkujiya Roboskî ku 19 jê zarok 34 welatî ji aliyê balafirên TSK'ê ve hatin bomberankirin û jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniyê de got: “Bi ser komkujiya Roboskiyê re 100 sal jî derbas bibe em ê komkujiya Roboskî ji bîr nakin.
HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku daxwaza malbatên Roboskî, civak û saziyên demokratîk ew e ku berpirsyaran derbixin pêşberî darazê û got: “Qetilkirina 34 welatiyên bi bomberankirinê 6 sal li pey xwe hişt. Bêyî ku tu berpirsyar bên darizandin û girtin, ev 6 sal e li ser malbatên qurbaniyan zext û pêktûtiyên dewletê kêm nabe. Malbat her tim bi êrîşên hêzên dewletê re rû bi rû mane. Yek ji wan kesan jî wekîle me yê Şirnexê Ferhat Encu ye û ji ber Encu rastiyê anî ziman hêj di girtîgehê de ye. Vê desthilatdariyê bi hilweşandina Abîdeya Roboskî re mikûr li sûcê xwe hat.”
‘ÊN KU LI ROBOSKÎ KOMKUJÎ KIRIN KURDISTAN HILWEŞANDIN’
HDP’ê bi bîr xist desthilatdariya ku wê demê komkujiya Roboskî pêk anî, piştre Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya, Gever hilweşandine û şewitandin û wiha dewam kir: “Lê desthilatdarî dijminatiyê tenê bi saxan re nake, bi miriyan re jî dike. Nirxên mirovî û exlaqî binpê dike û li gelek bajaran goristanên gelê Kurd xira dike.Herî dawî li Bedlîsê 267 cenaze ji gorên wan hatin derxistin.
WÊ HESAB BIBIPIRSIN
HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku êrîş li dijî vîna jiyana wekhev û hevpar a gelên wan darbeyeke li dijî daxwaza demokrasî, azadî, edalet, aştî û wekheviyê ya gelê kurd e û di ser komkujiya Roboskî re çi qasî dem derbas bibe jî ji bo ku berpirsên komkujiyên derxînin ber darazê û werin cezakirin wê têkoşîna hesabpirsînê bidomînin.