ENQERE - Girtiyê nexweş Murat Saat ê li Girtîgeha Bandirmayê krîza dil derbas kir û li şûna ambulansê bi rîngê birin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Murat Saat ê di 13'ê kanûnê de li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tîpa T a Bandirmayê krîza dil derbas kir, ji ber dereng mudaxale kirin û li şûna ambulansê bi rîngê birin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Roja ku Saat krîza dil derbas kir bi saetan li heviya ambulansê hat hiştin. Herî dawî li şûna ambulansê bi maşîna rîngê Saat rakirin nexweşxaneyê. Hevale Saat Ertan Tan, bi namemeyê agahî da û diyar kir ku di rîngê de dilê Saat rawestiya piştî li nexweşxaneyê mudaxale kirin dîsa dilê wî avêt. Saat ê îro me der barê wî de nûçe derbas kir, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî rewşa Saat hevalê wi yê girtîgehê Ertan Tan nameyek şandibû. Tan di nameya xwe de diyar kiribû ku ew bi Murat Saat re dimîne û Saat krîza dil derbas kiriye, lê rêveberiya girtîgehê dereng mudaxale kiriye. Tan, aşkera kiribû ku Saat ê krîza dil derbas kir, li şûna wî bi ambulansê bibin nexweşxaneyê, bi rîngê birine, piştî mudaxaleyê careke din dilê Saat avêtiye. Tan di nameyê de aşkera kir ku Saat di beşa lezgîn de tê girtin, rewşa wî krîtîk e û banga hestewariyê kir.
'DERENG MUDAXALE DIKIN'
Tan di dewama nameya xwe de ev tişt got: "Hevrêyên Murat Saat dibêjin ku divê bi lezgînî mudaxaleyê wî bikin û agahiyê didin îdareyê. Lê Saat dereng ji koxûşê tê derxistin, di wê rewşê de wî davêjin rîngê û dibin nexweşxaneyê. Di rê de dilê hevrêyê me disekine û bi vî şeklî digihînin nexweşxaneyê. Piştî mudaxaleya li nexweşxaneyê, dîsa dilê wî dixebite. Lê ji ber xetereya krîzê û mezinbûna wê, di beşa lezgîn de tê girtin."
'DI BEŞA LEZGÎN DE YE Û REWŞA WÎ NE BAŞ E'
Tan derbirî ku piştre Saat sewqî Balikesîrê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevrêyê me li Nexweşxaneya Balikesîrê anjiyo dibe. Lê ji ber ku rewşa wî ne baş e, di beşa lezgîn de tê girtin. Li gorî agahiyên ku dane, dem bi dem hişyar dibe, lê xetere dewam dike."
PIRTÛKA WÎ YA ÇÎROKAN HEYE
Murat Saat ê cezayê heta hetayê lê hatiye birîn, pirtûka wî ya çîrokan a bi navê “Yoksa Sen Benim En İyi Arkadaşım mısın?” (Gelo Tu Hevalê Min î Herî Baş î) heye.
21 SALIN GIRTÎ BÛ
Saat ê rastî cezayê muebetê hatibû di sala 1996'an de hatibû girtin û 21 salin girtî bû. Pirtûka "Yoksa Sen Benim En İyi Arkadaşım mısın?” (Gelo Tu Hevalê Min î Herî Baş î) heye. Pirtîka Saat ji aliye Komeleya Rojên Cîrokan a Enqereyê ya Navneteweyi ve di sala 2014'an de hêjayî xelatê hatibû dîtin.