ŞIRNEX – Xizm û malbatên 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê ku balafirên şer ên TSK'ê ew 6 sal berê îro li ser sînor kuştin, xwe reş girêdan û li ser gorên wan kom bûn.
Xizm û malbatên 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê yên balafirên şer ên TSK'ê 6 sal berê di 28'ê Kanûna 2011'an de ew li ser sînro bombe kirin û kuştin, zarokên xwe bibîr tînin. Malbat, ji bo bîranîna zarokên xwe xwe reş girê dan û li ser gorên zarokên xwe kom bûn. Malbat, serê sibê xwe reş girê dan û wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û çûn ser gorên zarokên xwe kom bûn. Malbatên ku li ser kêliyên gorên zarokên xwe kom bûn gorên zarokên xwe hembêz kirin û demên hestiyar pêş ket.
ZAROKAN WÊNE HEMBÊZ KIRIN
Dema malbat çûn ser gorên zarokên xwe, li ser goristanê bêdengî serdest bû. Zarokên ku di komkujiyê de bira û bavê xwe winda kirin, wêneyên bav û birayên xwe hembêz kirin. Tevî hewaya sar, zarokan wêne hilgirtin û li ser gorên bav û birayên xwe rawestiyan. Malbat piştî tev li ser goran kom bûn duayan dixwînin û xizmên xwe bibîr tînin.
ROBOSKÊ DI BIN DORPÊÇÊ DE YE
Beriya bîranînê gelek leşker bi maşîneyên zirxî hatin dora Gundê Roboskê dorpêç kirin û rawestîna leşkeran a li der û dora Roboskê berdewam dike. Kesên diçin Roboskê jî piştî di lêgerina GBT re derbas dibin destûr didin ku welatî derbasî Roboskê bibin. Maşîneyên ku diçin Roboskê jî di lêgerînê re derbas dibin û ajokarên ku li gund kemer girê nedane rastî ceza tên.
Welatiyên Roboskê jî ji ber hewaya sar agir pêxistine û li dora agir xwe germ dikin. Piştî ku heyeta HDP'ê ku di navde Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî heye biçin Roboskê dê dest bi bernameya bîraninê bikin.