ENQERE - Murat Saat ê li Girtîgeha Bandirmayê krîza dil derbas kir, dema bi maşîneya rîngê birin nexweşxaneyê dilê wî sekinî. Piştî mudaxaleyê dilê Saat careke din lê da, di beşa lezgîn de tê girtin û rewşa wî ne baş e.
Ertan Tan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bandirmayê tê girtin, bi rêya nameyekê agahiyên girîng dan. Tan da zanîn ku ew bi Murat Saat re dimîne û Saat krîza dil derbas kiriye, lê rêveberiya girtîgehê dereng mudaxale kiriye. Tan, aşkera kir ku Saat ê krîza dil derbas kir, cihê ku wî bi ambulansê bibin nexweşxaneyê, bi rîngê birine, piştî mudaxaleyê careke din dilê Saat lê daye. Tan di nameyê de aşkera kir ku Saat di beşa lezgîn de tê girtin, rewşa wî krîtîk e û banga hestewariyê kir.
'DERENG MUDAXALE DIKIN'
Tan di dewama nameya xwe de ev tişt got: "Hevrêyên Murat Saat dibêjin ku divê bi lezgînî mudaxaleyê wî bikin û agahiyê didin îdareyê. Lê Saat dereng ji koxûşê tê derxistin, di wê rewşê de wî davêjin rîngê û dibin nexweşxaneyê. Di rê de dilê hevrêyê me disekine û bi vî şeklî digihînin nexweşxaneyê. Piştî mudaxaleya li nexweşxaneyê, dîsa dilê wî dixebite. Lê ji ber xetereya krîzê û mezinbûna wê, di beşa lezgîn de tê girtin."
'DI BEŞA LEZGÎN DE YE Û REWŞA WÎ NE BAŞ E'
Tan derbirî ku piştre Saat sewqî Balikesîrê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevrêyê me li Nexweşxaneya Balikesîrê anjiyo dibe. Lê ji ber ku rewşa wî ne baş e, di beşa lezgîn de tê girtin. Li gorî agahiyên ku dane, dem bi dem hişyar dibe, lê xetere dewam dike."
PIRTÛKA WÎ YA ÇÎROKAN HEYE
Murat Saat ê cezayê heta hetayê lê hatiye birîn, pirtûka wî ya çîrokan a bi navê “Yoksak Sen Benim En İyi Arkadaşım mısın?” (An jî Tu Hevalê Min î Herî Baş î) heye.