BEDLÎS - Rojnamegerê ku nûçeyên nelirêtiyên Şaredariya Tetwanê nivîsandin, rastî gefên kuştinê yê parêzvan û alîkarê serokê şaredariyê hat. Rojnameger li dozgeriyê giliyê sûc kir.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Bîtlîs Gerçek Sînan Aygul, ji ber ku nûçeyên nelirêtiyên Şaredariya Tetwana Bedlîsê nivîsandin, rastî gefên kuştinê hat. Herî dawî ji ber nûçeya bi sernavê “Wezîr Soylu ji bo şaredariya Tetwanê destûra lêpirsîna nelirêtiyê da,” rojnameger Sînan Aygul rastî gefa kuştinê ya parêzvan û alîkarê Serokê Şaredariya Tetwanê Abdulbakî Menteş hat.
Aygul ji ber gefên lê hatin xarin, li Dozgeriya Komarê ya Tatwanê giliyê sûc kir.