COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ku piştî qedexeya derketina derve rayedarên hikûmetê bi hezaran xanî xera kir, gel bi piştevaniyê hezar û 348 xani ava kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di13 Adar 2016'ande qedexeya derketina derve dest pê kir û 79 rojan berdewam kir. Piştî qedexe bi dawî bû rayedarên dewlet û hikûmetê bi hezaran xanî xera kir. Li navçeya ku bi hezaran xanî hatin xerakirin û bi hezaran malbat li derve man, gel bi derfetên xwe û piştevaniyê ji nûve xaniyên xwe avakirin. Piştî di 30 Gulana 2016'an de qedexe bi dawî bûn, gel bi pêşangiya Komela Rojava ya bi KHK hate girtin gelek mal ji nûve ava kir. Piştî ku komele hate girtin xebatkarên komeleyê bi riya Heyva Sor a Kurdistanê xebatên piştevaniyê berdewam kirin. Bi riya dildar û piştevaniya gel hezar û 348 xanî ji nû ve hate avakirin. Di pêvajoya avakirinê de 15 hezar bataniye 10 hezar doşek, cil û zexîre li Geveriyan belav kirin. Ji bo 120 malên ku ji aliyê dildaran hatiye tespît kirin hewceyî hene, piştî demsala zivistanê bi dawî bibe dê ji nûve dest bi avakirinê bikin. Ji bo malên ku ji nû ve bê avakirin pêdivî ji 150 ton hesinê avahiyan, hezar û 500 sac, 100 wesayita mîkap kereste, 10 hezar torbe çîmento, 100 qamyon qûm, 100 deriyê ji text, 100 şibake, 20 deriyê pola û kel û pelên avahiyê din heye.
DÊ PÎŞTEVANÎ BERDEWAM BIKE
Hacer Kaya ya ku beriya zivistanê mala wan hate avakirin ji bo xebatê ku ev ji salek zêdetire berdewam dike spas kir û wiha got; "Bi piştevaniyê em gihiştin mala xwe. Polîs û leşkeran mala me ya du qat xera kir. Em 18 kes li axur û goma sewalan man. Em di şert û mercên zorde man. Mala me hate avakirin lê hêj gelek mal nehatine avakirin. Ji bo avakirinê gere piştevanî berdewam bike."