STENBOL – Nivîskarê rojnameya Atilimê Emîn Orhan diyar kir ku Tirkiyeyê heta îro di polîtîkaya li dijî Sûriyeyê de gelek caran winda kiriye. Orhan, bal kişand ser destwerdanek muhtemel a li dijî Efrînê û got: “Ger Tirkiye operasyonê pêk bîne dê aloziya li Sûriyeyê bê Tirkiyeyê.”
Her cara ku Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan diaxive, behsa deswerdana li dijî Efrînê dike. Piştî daxuyaniyên Erdogan amadekariyên deswerdana li dijî Efrînê zêde dibin. Gelek derdor û kesayetên cuda jî nerazîbûn nîşanî deswerdanek muhtemel a Efrînê didin. Nivîskarê rojnameya Atilimê Emîn Orhan bertek nîşanî bertek nîşanî gefên Tirkiyê yên li dijî Efrînê da û got: “Tirkiye bikeve Efrînê wê windahiyên giran bide. Encama vê deswerdanê dê ji bo Tirkiyeyê pir giran bibe.”
Orhan destnîşan kir ku di operasyonek muhtemel a li dijî Efrînê de aloziya li Sûriyeyê vebiguhêze Tirkiyeyê û got: “Rewşek ku alozî û şerê li Sûriyeyê biguhêze Tirkiyeyê jî heye. Êrîşek li dijî Efrînê bêwate ye. Ev der axa Sûriyeyê ye û di heman demê de li ser vê axê tevahiya gelan bi hev re dijîn. Mirovên li vê heremê dijîn heta niha tevgerek li dijî Tirkiyeyê nekiriye û kevirek jî neavêtiye aliyê Tirkiyê. Divê ku gelên me destûrê nedin vê yekê. Heke ku gel destûrê nedin vê yekê li ser vê erdnîgariya biratî em dikarin bi hev re bijîn.”
'POLÎTÎKAYA DERVE YA TIRKYEYÊ BI DAIŞ’Ê TÊK ÇÛ’
Orhan da zanîn ku li herêmê DAIŞ li dijî QSD’ê têk çû û wiha dewam kir: “Li gel hemû plan û piştgiriya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re jî dîsa jî DAIŞ têk çû. Di aliyekî de jî li Rojhilata Navîn polîtîkaya Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re hilweşiya.”
'EFRÎN AMADE YE’
Orhan anî ziman ku heta niha Tirkiye di polîtîkaya xwe ya li dijî Sûriye û Rojava gelek caran rastî gelek têkçûnan hatiye û got: “Tirkiye hêzek xwe bişîne vir dê bi 5 hêzên xwe ku winda bike re derkeve.” Orhan diyar kir ku heke ku destwerdanek li dijî Efrînê pêk bê dê ev şer ji asta kurd û Efrînê bêtirîn îhtîmala ku bibe şerek navnetewî heye. Orhan got ku Efrîn li dijî her êrîş û şerî amade ye.
MA / Bîlal Seçkîn