STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku di sala 2017'an de 99 caran serlêdan kirine û her 99 caran jî serlêdanên wan hatine red kirin. Prz. Bîlmez, diyar kir ku piştî OHAL'ê tecrîda mutlak xistine meriyetê û wiha got: "Her kêlî, saet, roj û meh derbas dibe bêtir fikarên me zêde dibe û talûke bêtir mezin dibe."
Endamên Buroya Hiqûqê ya Asrînê û Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Ji 2011'an heta niha parêzeran 716 caran ji dozgeriya komarê xwest ku bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bike, lê her dem serlêdanên wan hatin redkirin. Beriya 20'ê Tîrmeha 2016'an ku OHAL hat îlan kirin bi hincetên "keştî xerabe ye" "muxalefeta hewayê heye", “koster di tamîrê de ye" daxwazên parêzeran tên redkirin. Pişti OHAL hat îlankirin bi hinceta "Tedbirên Ewlehî û Ceza yên Hêjmar 5275'an" dîsa serlêdan qedexe kirin. Parêzerên Oclaan di 2017'an de 99 caran serî li dozgeriyê dan. Malbatan jî 43 caran serî li dozgeriyê da û xwestin hevdîtinê bikin. Lê her dem bi hinceta "OHAL" heye daxwaza parêzer û malbatan hat red kirin. Têkildarî tecrîda 2017'an û hewldanên parêzeran a ji bo hevdîtinê Parêzerê Buroya Huqûqa Asrînê Prz. Îbrahim Bilmez ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Buroya Hiqûqê ya Asrînê di rapora xwe de diyar kir ku tecrid bi 3 pêngavan ketiye meriyetê. Hûn dikarin behsa van pêngavên tecrîdê bikin?
Pênava Yekemîn di navbera 15'ê Sibata 1999’an heta 27'ê Tîrmeha 2011’an e. Yanî heta ku bi temamî têkiliya Ocalan û parêzeran ji hev qut bûye. Pêngava Duyemîn jî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 15'ê Tîrmeha 2016'an e. Ev jî heta hewldana darbeyê ye. Pêngava Sêyemîn ku em wekî tecrîda mutlak pênase dikin jî serdema niha ye em bi tu awayî agahî nagirin.
Di pêngava yekem de çi pêş ket. Li Îmraliyê çi peş ket. Li dijî Ocalan çi hat kirin?
Ji bo hevdîtina saetekê em 23-24 saetan diketin rê. 5 deqîqe beriya hevditin biqede em hişyar dikirin. Di deqîqeya 60’emin de hevdîtin bi dawî dikirin. Piştî ku em ji wir derdiketin me bêtir tecrîd fam dikir. Lê Birêz Ocalan mayîna di odeya 12-13 metrekare de berdewam dikir.
Birêz Ocalan heta 2008'an bi tena serê xwe di yek girtîgehê de hat girtin. Li tenişta wî tu girtiyên din tune bûn. Minaka vê yekê tune ye. Li gelek girtîgehên din girtiyên di yek hucreyê de tên girtin hene. Lê naşibe rewşa Birêz Ocalan. Ew girtîgeh bi taybet ji bo Birêz Ocalan hatiye avakirin. Ji bilî otoriteya dewletê kes nikare bigêje. Birêz Ocalan bi temamî di şertê dîlgirtinê de hatiye girtin. Ji ber vê yekê hemû mafê wî yê ku jê sûdê bigire hatine astengkirin û kengî dewlet bixwaze dikare sûd bigire. Ev ji bo tu girtiyan nayê qebûlkirin. Ev maf, mafê mirovahiyê yê bingehîn e. Divê kes van mafan astang neke. Gerdûnî û jiyanî ne.
Rayedarên dewletê wisa fikirîn ku bi tenêhiştinê Ocalan têk bibin. Ji ber tu kes nikare di wan şertan re bisekine. Me ev yek bi çavê xwe dît. Em bûn şahid. Ji bo hevdîtina saetekê me 23-24 saetan rêwîtî kir. Destûr nedidan ku deqeyekê jî dirêj bikin. Hêj 5 deqîqeyê me hebû em hişyar dikirin û di deqîqeya 60’an de hevditin qut dikirin. Piştî ku em ji wir derdiketin me bêtir qîmeta wê saetê fam dikir. Me betir tecrîd fam dikir. Birêz Ocalan hemû dema xwe di nava 12-13 metrekareyan de derbas dike. Sal di serde derbas bûn, lê Birêz Ocalan hêj li wir tê hiştin. Em parezerê wî bûn lê destûr nedan ku em destê xwe bidin hev.
Piştî sala 2008'an çi hat guhertin?
Birêz Ocalan heta 2008'an bi tena serê xwe li Girtîgeha Îmraliyê hat hiştin. Piştre li ser zextên gel û rêxistinên demokratîk, DMME û CPT 5 girtiyên din şandin Girtîgeha Îmraliyê.
Dema Ocalan bi tenê ma rewşên neyînî yên li dijî Ocalan çi bû?
Dema Ocalan bi tenê ma, di statuya dîlgirtinê de hat hiştin. Her tişt di bin kontrola dewletê de bû. Ji ber ku kesî nikaribû xwe bigîne wir. Gelek tiştên em jê tirsiyan pêk hatin. Muwekilê me rastî êrîşa fîzîkî hat. Ketin odeya Birêz Ocalan û lêgerîn kirin. Ew ode ji xwe ji 15'ê Sibata 1999’an ve heye. Ne pêkan bû kesên din tekevin wê odeyê. Lê bi hinceta lêgerînê ketin Odeya Birêz Ocalan. Ew bi zorê li erdê dirêj kirin û gefên kuştinê li wî xwarin. Me têkildarî vê yekê serlêdana sûc kir. Me serî li rêyên hiqûqî dan. Lê me tiştek bi dest nexist. Me dosya bir DMME'yê. Ew pêvajo hêj didome. Dewlet ast û statuya Birêz Ocalan baş zane. Hewldana li djî Birêz Ocalan li dijî gelê kurd e. Dewlet vê yekê bi zanebûn wisa dike. Dewlet dixwaze peyamê bide gelê kurd. Mudaxaleya fîzîkî bi wê yeke hat kirin.
Piştre mudaxaleya fîzîkî berdewam kir ya na?
Di serdemekê de Birêz Ocalan dema li girtîgehê porê xwe jêdikir jî dibû pirsgirêk. Kengî bixwestiya nikarîbû porê xwe jêkiribûya. Por jêkirin jî di di kontrola dewletê de bû. Dema diçû berber jî, berber wekî ku bi şaşî çê bûbe bi zanebûn kurt dikir. Meqes û makîne li koka porê wî dixist. Nezî 3 nûmere kurt dikir. Dema em carekê çûn ziyareta wî pir bi hêrs bû. Ev yek bi mere jî parve kir û got: ‘Dema ez bi parêzerê xwe re hevdîtin dikim jî di çarçoveya rêzdarî û hezkirinekê de hevdîtin dikim. Dema ez derdikevim hevdîtinê bi cilekê guncav derdikevim. Hûn her dem şahidê vê yekê ne. Ez ji we jî heman tiştî dixwazim. Di vî milî de ez bi sazkirî me. Lê wan ev mafê min ji destê min girt. Bi vê yekê xwestin peyamekê bidin min."
Armanca van êrîşan çibû?
Bi van êrîşan xwestin peyama ev pirsgirêk bi demokrastiyê çareser nabe, bidin. Xwestin bêjin em ê bi darê zorê û êrîşan vê pirsgirêkê çareser bikin. Vê peyamê bi awayekê vekirî da nîşandan ku dê tundî zêdetir bibe. Ji xwe wisan jî bû û heta bêje şer kûrtir bû.
Di wê serdemê de, weke polîtîkayên ewlekariya dewletê nêzî pirgirêka kurd bûn. Serdemeke ku polîtîkayên ne çareserkirinê di dewrê de bûn. Ji xwe dixwestin vê peyamê bidin. Gotin em vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser nakin. Bi darê zorê û êrîşan em ê pirsgirêka kurd çareser bikin. Weke ku ev pirsgirêk tunebe nêzbûn. Vê peyamê bi awayekê vekirî da nîşandan ku dê tundî zêdetir bibe. Ji xwe wisan jî bû û heta bêje şer kûrtir bû. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Gerîla jî, leşker jî, polîs jî û mirovên sivîl jî hatin kuştin. Dem bi dem me ev gelek jiya. Em dizan ev demboriye. Ew serdem jî demboriyek bû. Dûre çardin têkilî çêbûn. Berî muzakereyên pêvajoyên hatin jiyîn, hebûn. Lê di encamê de em bi wan mirovên ku me winda kirin, man.
Piştî Ocalan hat Îmraliyê û şûn de qanûnên kesan eleqedar dike, hatin guhertin. Di raya giştî de weke “Qanûnên Ocalan” hatin pênasekirin…
Di dîroka 1’ê Hezîrana 2005’an de, qanûna hejmara 5275 “Rejîma Înfazê ya Cezayê Muebeta Giran” bi temamî li gorî rewşa Birêz Ocalan hat guhertin. Ji ber ku asta cezayê Birêz Ocalan dê 20 salan derbas nekira û mafê wî yê berdana bi şert dê pêkan bûya. Bi sererastkirinên “qanûnên” nû re mafê berdana bi şert ê Birîz Ocalan ji holê hat rakirin. Cardin di statuya înfaza berê de mafê Birêz Ocalan hebû ku bi parêzerên xwe re bi kesê sêyemîn re weke ku kes nebihîse hevdîtinê bike, hebû. Lê di sererastkirina nû de pêkanîna memurekê ku dadgehê erkdar kiribe, dê karibe axaftinan bixe bin qeydê. Bi vê re, derbarê parêzerên çûn hevdîtinê jî lêpirsîn hat vekirin û temsîla hiqûqî hat qedexekirin. Di statuya înfazê ya berê de mafê hemû kesê hebû ku sewqa xwe ji girtîgehên cuda re bixwazin. Lê di sererastkirina nû de derbasî pêkanîna 23 saetan mirov di odeyekê de bimîne, bûn.
Piştî derketina van qanûnan hûn rastî kijan zoriyan hatin?
Çawan ku ev qanûn derket, ez ne şaş bim, çûyîna 16 parêzeran a ji bo Îmraliyê hatin qedexekirin. Madeya duyemîn jî ji bo îhlal kirina veşartî ya hevdîtinên parêzer û muwekîlan bû. Madeyeke ku erkdarekê dewlete dê beşdarî hevîtinan bibe û hevdîtinê bişopîne, bû. Ji bo Birêz Ocalan bixin hedef ev yek hat kirin. Ev jî di dîroka 1’ê Hezîran 2005’an de di hevdîtinên li Îmraliyê de pêk anîn.
Çawan ku ev qanûn derket, ez ne şaş bim, çûyîna 16 parêzeran a ji bo Îmraliyê hatin qedexekirin. Madeya duyemîn jî ji bo îhlal kirina veşartî ya hevdîtinên parêzer û muwekîlan bû. Madeyeke ku erkdarekê dewlete dê beşdarî hevîtinan bibe û hevdîtinê bişopîne bû. Ji bo Birêz Ocalan bixin hedef ev yek hat kirin. Ev jî di dîroka 1’ê Hezîran 2005’an de di hevdîtinên li Îmraliyê de pêk anîn. Gava em diçûn hevdîtinê, erkdarek li ser navê dewletê dihat li ser masayê rûdinişt û hevdîtina me qeyd dikir. Ev di qanûna de tunebû. Ji wê rojê û şûn de hemû hevdîtin di hizûra erkdarê dewletê de hatin qeyd kirin. Ji 1’ê Hezîran 2005 û heya hevdîtina parêzeran a dawî ya 27’ê Tîrmaha 2011’an ev bi awayekê pergalî hat kirin. Dem bi dem me ev jî dît; gava hevdîtin dihat kirin bi 2 teyban qeyd dikirin. Dûre kirin 3’ê. Em dikarin vê jî wiha binirxînin; Wisan xuya dike ku dinava dewletê de hin beşên cuda hene ku baweriya wan bi hev nayê. Yanî dixwazin bi her awayî ferî ramanên Birêz Ocalan bibin. Ji ber vê yekê dest pê 2 teyb danîn û dûre kirin 3 teyb.
We destnîşan kir ku qonaxa duyemîn a tecrîda li Îmraliyê di 27’ê tîrmeha 2011’an dest pê kiriye. Di vê serdemê de çi qewimî hûn dikarin hinek vebikin?
Di qonaxa duyemîn de beriya pêvajoya çareseriyê dest pê bike serdema berê tecrîdek tam hebû. Wê serdemê li dijî parêzerên birêz Ocalan operasyon pêk hat. 45-46 parêzer hatin binçavkirin û girtin. Demek dirêj tu kesî ji Îmraliyê agahî negirt. Piştî ku nakokiyên navbera AKP’ê û cematê derketin û pevçûn tişta ku jê re gotin pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Di vê pêvajoyê hem heyeta ji wekîlan pêk dihat û hem jî heyeta ji rayedarên dewletê pêk dihat bi birêz Ocalan re hevdîtinan kirin. Pêvajoyek erênî qewimî. Ya bihata kirin jî jixwe ev bû. Ev meselek cuda ye. Lê wê serdemê di raya giştî de qey mirov digot tecrîd bi dawî bûye têgihiştinek wisa hat afirandin. Me wek parêzeran me diyar kir ku ev ne rast e û her kêlî me vê got.
Çunkî ew pêvajoya çareseriyê pêvajoyek polîtîk bû. Mekanîzmayên biryar digirin vê pêvajoyê bi hîncetên cûr bi cûr dikaribûn xelas bikirina. Jixwe bi dawî jî kirin. Wê demê dê hin bêtir qîmeta hevdîtina malbat û parêzeran bihata fêmkirin. Mixabin wisa jî bû. Hevdîtina malbat û parêzeran a li gel Ocalan, mafê herî xwezayî yê birêz Ocalan e. Jixwe divê heyeta wekîl û dewletê hevdîtin bikirina. Lê di pêvajoya wan hevdîtinan de divê mafê herî xwezayî jî bihata cih. Di vî warî de wê serdemê jî serdemek tecrîdê bû. Birêz Ocalan nikaribû ji mafê xwe sûdê werbigirta. Mesele birêz Ocalan wê deme qet ji mafê xwe yê têlefon û nameyan sûd wernegirt. Demek dirêj televîzyona birêz Ocalan tune bû.
Piştî pêvajoya çareseriyê dest pê kir 5 girtiyên li wir hatin sewqkirin û 5 girtiyên birin cihê wan. Qaşo van 5 girtiyan di pêvajoya çareseriya demokratîk de wê wek sekreterya birêz Ocalan rol bilîstana. Lê ji 5 girtiyan 2 girtî di meha çile ya 2016’an de bi awayek nepen û korsanî revandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Bêyî ku agahî bidin parêzer û malbatan wan birin. 3 kesên din li wir hatin hiştin. Ji van 3 girtiyan ji roja wan birine Îmraliyê heta niha kesek jî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. Carek jî bi malbatên xwe re hevdîtin pêk ne anîne û ji mafê têlefonê sûd wernegirtine. Muhtemelen wan jî dîtine ku tîpên F li gorî Girtîgeha Îmraliyê başê xeraban e.
Di vê serdema em têde ne û qonaxa sêyemîn ku we anî ziman çi qewimî û çi diqewimin?
Beriya hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hincetên mîna “Keştî xerabe ye” û “Muxalefeta hewayê” didan nîşandan û red dikirin. Lê niha bi biryara Dadgeha Înfazê ango bi OHAL’ê tê astengkirin.
Di vê serdemê de hewldana darbeye ya 15’ê tîrmeha 2016’an pêk hat. Piştî vê darbeyê di 21’ê tîrmeha 2016’an de her serlêdana me bi hinceta “Rewşa Awarte (OHAL)” har redkirin. Ev serdem êdî wek serdema “tecrîda teqez” pir hêsanî hat fêmkirin. Çunkî êdî bi tu awayî ji birêz Ocalan agahî nayê girtin. Em her tiştî diceribînin. Her hefte serlêdan dikin. Ji bo malbatan serlêdan dikin. Dem bi dem em dixwazin bi riya faksê nameyan xwe bigihînin birêz Ocalan, lê em nizanin ka ev name digîhîjinê an na. Em muhatabê vê yekê nabînin. Bi vî awayî piştî 21’ê tîrmehê wê biryara dij hiqûq ku hat dayîn, heta niha tenê carek hevdîtinek bi birêz Ocalan re pêk hat. Ew jî piştî siyasetmedar û parêzerên wî li Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Birayê wî Mehmet Ocalan çû û saetek hevdîtin pêk anî. Ew hevdîtinek îstînsayî bû. Piştî wê hevdîtinê bi tu awayî kes nikare pê re temas deyne. Ji ber vê yekê êdî navê vê yekê “tecrîda teqez e.” Ya rast jî ev e.
Em wek parêzeran ev serdem serdemek di warê hiqûqî de em xwe bêçare hîs dikin. Çunkî li Tirkiyê ji bo birêz Ocalan hiqûq nayê xebitandin. Li gel vê yekê jî serlêdanên me dewam dikin. Li dijî biryara Dadgeha Înfazê me serî li Destûra Bingehîn da. Lê mixabin Destûra Bingehîn di vê mijarê de biryar neda. Ji ber vê yekê bêrawestan divê me van serlêdanên xwe bidomanda. Tevahiya sala 2016’an me viya pêk anî.
Dema em ketin sala 2017’an jî bi giştî 99 caran parêzeran serlêdan kir. 43 caran serlêdan hatiye kirin. Lê bi tu awayî bersivek erênî ji van serlêdanan re nehatiye. Hemû hatin redkirin. Beriya hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hincetên mîna “Keştî xerabe ye” û “Muxalefeta hewayê” didan nîşandan û red dikirin. Lê niha bi biryara Dadgeha Înfazê ango bi OHAL’ê tê astengkirin.
Ev biryara ku hûn qala wê dikin Ocalan ji digire nava xwe?
Na. Madeyên dispêrin biryarê ya rast madeyên li gorî girtiyan e. Bi hukumxwaran re tu eleqeya xwe tune. Birêz Ocalan hukumxwarek e. Lê ev biryar her hefte wekî hincet datînin ber me û daxwaza me ya hevdîtinê tê redkirin. Me der barê van de jî hin serlêdan kirin. Yanî Serdozgerê Komarê yê Bursayê li dijî hiqûqê tev digere û me der barê wî, der barê Dadgerê Înfazê yê Bursayê, der barê Dadgerên Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê yên ku ji biryara Dadgerê Înfazê yê Bursayê re itiraz kirin de li HSYK'e serlêdana sûc kir. Lê hêj tu encam derneketiye holê.
Meha Cotmehê ya 2017'an de li ser medyaya civakî hin îdiayên wekî Ocalan jiyana xwe ji dest daye hatin weşandin. Serdozgerê Komarê yê Bursayê daxuyanî da û ev îdia derewand. Di vê der barê de hevdîtinên we çêbûn. We tu encam bi dest xist?
Bi taybetî piştî vê me hewldanên xwe zêde kirin. Mînak ji bo biryara Dadgerê Înfazê ya dijî hiqûqê bê rakirin, di qanûnê de rêyeke îstîsnaî heye. Ji vê re tê gotin ku ji bo qanûnê xirab kirin. Divê ji bo vê Wezareta Edaletê bikeve tevgerê. Me serî li Wezareta Edaletê da. Hêj encama wê nehatiye, em li bendê ne. Me ji Serdozgerê Komarê yê Bursayê dosyaya tenduristiyê ya Birêz Ocalan xwest. Sedemeke vê jî ew e; di çapemeniyêde jî derketibû. Dihat gotin ku bijîşkekî li Îmraliyê bersûcê FETO'yê ye. Heta tê gotin ku meleyê FETO'yê ye. Vê rewşê em xistin nav fikaran. Lê mixabin dozger bi bersiveke erzan ev daxwaza me red kir. Dozger, bi hinceta veşartina jiyana taybet a kesayetî, dosyaya Birêz Ocalan neda parêzeran. Lê ev biryar heke miwekîl li dij derkeve, qebûl neke nayê dayîn. Piştî nûçeyên der barê ewlehiya canî de derketin pêş, me CPT bi berfirehî agahdar kir. Ji derveyê wê me serî li Dadgerê Înfazê jî da. Lê wekî her carê Dadgerê Înfazê ev red kir. Vê carê me serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê da û itiraz kir, ew jî red kirin. Niha em li ser birina AYM'ê û DMME'yê nîqaşan dimeşînin.
Ya din jî li her derî Saziyên Înfaza Ceza û Saziyên Şopandina Girtîgehan hene. Ev sazî saziyên fermî ne û divê her 3 mehan carekî serî li girtîgehan bidin û raporan amade bikin. Ev rapor jî ji Wezareta Edaletê re tê şandin. Li Bursayê ev lijne heye. Lê ev lijne çi dike em nizanin. Qe nebe bikeve tevgerê me daxwaz kir, serî lê da. Neçûbin Îmralî ziyaret nekiribin, me xwest ziyaret bikin. Me xwest tecrîda li wir tespît bikin û bi raporekê bi Wezareta Edaletê re parve bikin. Ji wir jî ji me re bersivek nehat. Ji derveyê wê tiştekî bi rêya hiqûqê em bikin jî heye. Der barê cezayê muebetê yê daye miwekîlê me de, biryarek li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye. Di wê biryarê de tê gotin ku cezayê girtîgehê yê muebetê di çarçoveya qedexeya îşkenceyê de tê dest girtin û DMME'yê bixwe gotiye. DMME'yê ev tişt gotiye: "Hûn tu mirovî hêviyên wî yên derketina derve tune be, heta hetayê di nava 4 dîwaran de nikarin bigirin. Ji ber wê divê hûn wê înfazê dem dem bigirin dest, binirxînin.' Divê Tirkiye di vê der barê de qanûnên xwe biguherîne, lê heta niha ev nekiriye. Me ji bo vê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. Me daxwazname da û ji wan re got ku heta niha çima Tirkiye neketiye nav tevgerê û bila ji wan bipirsin. Em li benda vê bersivê ne jî.
Heke em sala 2017'an a li Îmraliyê bigirin dest, di vê salê de çi guhertin bi pêş ket?
Sala 2017’an li gorî salên borî cudahiyeke zêde tune. Girîngiyeke wiha heye. Tecrîda girankirî ya bê dem, her saet, her roj, her hefte, her meh û heta her sal, me ber bi xetereyeke mezin ve dibe. Hem der barê tenduristiya Birêz Ocalan de, hem jî der barê girtiyên din de. Dema em wiha bala xwe bidinê, sala 2017'an jî wekî salekî li vê zêde bû.
Ji bo tecrîd bê rakirin, ji sala 2018'an çi hêvî dikin?
Divê di şertên asayî de jiyan hebe û meseleya kurd bi rayedarên dewletê re di çarçoveya rêgezên demokratîk de bê çareserkirin. Ev pêvajo çiqasî bi lez bi pêş de biçe, dê ji bo me hemûyan jî ew qas bi qezenc be. Divê destê ku Birêz Ocalan dirêj kiriye bê girtin.
Divê tecrîd bi dawî bibe. Banga me ya ji bo rayedaren dewletê ev e; divê demil dest ew hiqûqa Tirkiyeyê ya ku em naecibînin jî divê pêk bînin. Divê Birêz Ocalan bigihêje mafên xwe. Divê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne. Dîsa pêvajoya çareseriya demokratîk a di nivî demaye, divê ji nûve li cihê mayî bê dewamkirin. Bi zelalî hat dîtin ku dê li Îmraliyê di nava çar dîwaran de ev pêvajo bi pêş nekeve. Tiştên ku miwekîlê me di vê der barê de tîne ziman jî zelal in. Li gorî min raya giştî jî amade ye. Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Divê şertên asayî bên avakirin, Birêz Ocalan di nav van şertan de bi rayedarên dewletê re, di çarçoveya rêgezên demokratîk de vê meseleyê çareser bikin. Tişta li tevahiya cîhanê bi pêş ketiye wiha ye. Modela Afrîkaya Başûr ji xwe tê zanîn. Di dema Mandela de pêvajoyeke wiha bi pêş ketibû. Ev pêvajo çiqasî bi lez bi pêş keve, dê ji bo me hemûyan jî ew qas bi qezenc be. Ji ber ku her roja ku diçe fatûre giran dibe. Ciwanên me jiyana xwe ji dest didin. Tişta girîng ev e. Dewlemendiya me ya herî mezin, mirov in û em wan winda dikin. Ji ber wê banga me ev e; divê demil dest tecrîd bê rakirin û destê ku Birêz Ocalan dirêj kiriye bê girtin.
MA / Sadiye Eser