ŞIRNEX –Yek ji 34 kesên li Roboskiyê hat qetilkirin jî Nevzat Encu yê 19 salî ye. Dayika wî Nahide Encu 6 sal in fanîlê wî yê beriya qetilkirin lê ser wî bû bêhn dike û pê bêhna xwe derdixe.
Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên TSK’ê çoltara gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê bombebaran kirin û di bombebaranê de 19 jê zarok 34 sivîl miribûn. Li ser bûyerê 6 sal derbas bûn lê hîn jî kiryarên bûyerê nehatine dîtin û darizandin. Kesên ku kiryarên wan nehatine dîtin û darizandin li pey xwe tenê hin bîranînên dilsoj û çend perçe amûr hiştin.
Malbata Nevzat Encuyê 19 salî ku yek ji wan 34 kesan e, jî amûrên zarokên xwe ji bo bîranînên wî winda nebin hîn jî vedişêrin.
‘XWEZÎ BIXISTANAN HEPSÊ LÊ NEKUŞTANAN’
Dayika wî Nahide Encu her roja pêncşemê wekî malbatên din li peyî dadê ye û dixweze kiryar bên dîtin, bi gotina “dêrûniya me xirab bû” dest bi axaftinê dike. Dayik Encu destnîşan kir ku bêyî xeyalên xwe pêk bînin 34 kes mirin û pirsa “Çi heqê wan hebû ku kurê min kuştin?” pirsî. Encu bi dileke dilsoj anî ziman ku xwezî zarokê wê bixistanan girtîgehê lê nekuştanan.
‘HÊJ BÊHNA NEVZATÊ MIN JÊ TÊ…’
Encu got ku hêj tu kesî bersıva wan a lêgerîna edaletê nedaye û 6 sal in ew fanîle û makineyeke traşê ya kurê xwe vedişêre. Dayik Encu ku amûrên zarokê xwe yê li pîneya kesk, sor û zer pêçaye vekir û fanileyê zarokê xwe bêhn kir bi van gotinan hestên xwe anîn ziman: “Beriya kurê min biçe sînor ango neyê kuştin ev fanile li ser wî bû. Hêj min ev neşûştiye. Bêhna Nevzatê min li ser e. Ez bi vê bêhna xwe pê derdixim.” Encu destnîşan kir ku ew ê heya dawiya emrê xwe ji bo kiryar bên dîtin bitêkoşe û wiha axivî: “Em aştiyê dixwazin. Ev bobelat hat serê me, lê bila neyê serê kesên din.”
‘KESÊN KIRYAR NEDÎTIN BERPIRSÊN KOMKUJIYÊ NE’
Bav Hikmet Encu jî bi gotina “Heke tu kiryar nehatibe dîtin, wê demê kesên ev kiryar nedîtine berpirsên komkujiyê ne” bertekên xwe anîn ziman. Encu got ku tu hêz nikare ser vê komkujiyê bigire. Encu diyar kir ku 34 kesên mirine hemû jî wek xizmên wî ne û bi van gotinan hestên xwe anîn ziman: “20 sal min cerdevantî kir. Lê piştî komkujiyê min dev jê berda. Lê belê hîn jî cerdevantiyê li zarokên me ferz dikin. Em qebûl nakin. Ma em ê piştî qetilkirina 34 kesan çawa qebûl bikin? Em bi her awayî dikarin debara xwe bikin.”
MA / Gokhan Altay