ENQERE – Sepandina kincên yek tîpî ya yek ji sepandinên serdema Hîtler e û li Tirkiyeyê piştî darbeyên 12’ê Adar û 12’ê Îlonê hat ferzkirin, dîroka wê heta serdema koletiyê ya serdema ewil diçe.
AKP’ya ku bi îdiayên edalet, maf, huqûq, wekhevî û gotinên wê hesab ji darbeya 12’ê Îlonê bê pirsîn bû îktîdar, lê taliya talî sepandinên 12’ê Îlonê yeko yeko disepîne. Yek ji vana jî sepandina kincên yek tîpî ye ku bi KHK’ya dawîn ket meriyetê.
RABIRDÛYEKE WÊ YA KU HETA SERDEMA KOLETIYÊ DIÇE HEYE
Her çi qas Serokomar Tayyip Erdogan, bixwaze vê yekê bi mînaka Gûantanamoyê rewa bike jî, lê belê dîroka sepandina kincên yek tîpî xwe dispêre dîrokeke kevn. Meseleya lixwekirinê ku meseleyeke statuya civakiyî ye, bi taybetî di serdema koletiyê cudahiya di navbera kole û efendiyan de nîşan dida. Koleyên ku bi çapûtan derdixistin bazarên koleyan, yek ji taybetmendiya wan a jihevcudakirinê kincên li ser wan bû. Heta di serdemên din de kesên ku rêgeza wekheviyê diparastin, ji bo van cudahiyan ji holê rabikin tev geriyan.
DI ÎSLAMIYETÊ DE CIHÊ WÊ
Bi pêşketina fikra îslamî re, bi taybetî li hemberî koleyan nêzîkatiyên wekheviyî xwe dan der. Li gor hin çavkaniyên îslamî, wê demê Hz. Muhammed teşwîq dike ku kole wek mirovên azad li xwe bikin. Di Cilda 4’emîn a Şerha Mesnevî-i Mâneviyê de wiha tê gotin: “Dema efendî biçe cihekî ku nas nake, kincên xwe li koleyê xwe dike. Padîşah jî kincên wî koleyî li xwe dike, koleyê xwe dike îmam.”
Kes û derdora îslamî ya berê ji ber qedexeya dolbendê bi “ferzkirina lixwekirinê” re rû bi rû man jî vê sererastkirinê wek sererastkirineke “derî rêgezên olê” dibînin. Serokê Şaxa Ozgur-Der a Amedê Serdar Bulent Yilmaz diyar kir ku ev sepandin “hem derî mafên mirovan hem jî derî olê” ye.
SERDEMA HÎTLER BI BÎR XIST
Her wiha paşê sepandina kincên yek tîpî ji aliyê rêveberiyên çewisîner ve ket rojevê. Li kampên temerkuzê yên faşîzma Hîtler, kincên yek tîpî li cihûyan hat kirin. Ev sepandin bû mijara gelek fîlman û paşê ji aliyê gelek welatan ve ji bo “kedîkirina girtiyan” hat bikaranîn. Heta dema Serokomar Erdogan heman mijar anî rojevê, gotibû alman dibêjin “Ev pêşniyar rabirdûya me tîne bîra me.” Lê belê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Martin Schäfer, li gor nûçeya Deutsche Welle (DW) ya Tirkî, balê kişandibû ser van gotinên Erdogan û wiha gotibû: “Di warê huqûqî de nikarim ji bo vê mijarê tiştekî bibêjim. Lê belê kesekî ku welatê me bi rêbazên Naziyan tawanbar dike, tiştên der barê serdemeke Almanyayê ku tiştên nexweş tîne bîra min disepîne û ez vê yeke ecêb dibînim.”
BIVÊNEVÊYA SERDEMÊN DARBEYAN
Her wiha paşê ev sepandin li Tirkiyeyê jî di dema darbeyan de hat sepandin. Ewil di dema darbeya leşkeri ya 12’ê Adarê de ket dewrê û di dema darbeya 12’ê Îlonê de hat sepandin. Lê belê li ser berxwedana hin girtiyan piştî demekê dev ji vê sepandinê hat berdan. Yanî referansa sepandina kincên yek tîpî tenê ne Gûantanamo ye, ev sepandin xwe disipêre serdemên 12’ê Adar, 12’ê Îlonê û Hîtler jî. Piştî hat tespîtkirin ev rewş rûmetê bin pê dike, halê wê yê revîzekirî di Çileya 2016’an de di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat qebûlkirin û bi biryara bi ser navê Pîvanên Kêmtirîn ên Standar ên Dema Muamaleya Li Hemberî Mehkûman hat çêkirin. Ev biryara wek “Pîvanên Nelson Mandela” tên zanîn. Her çi qas bi temamî sepandina kincên yek tîpî qedexe neke jî, destnîşan dike ku divê bi awayekî “biçûkxistinê” neyê sepandin.
Her wiha gelek dîlên ku DAIŞ’ê wek bertekdayîneke li hemberî Gûantanamoyê ew înfaz kirin jî, kincên torincî li wan hatibûn kirin.
DERDORÊN ÎSLAMÎ GÛANTANAMOYÊ PROTESTO KIRIN
Ev sepandina kincên yek tîpî li hin dewletên DYA’yê hîn jî tê sepandin. Lê belê li Tirkiyeyê jî ev rewş wek rewşeke derehlaqî tê qebûlkirin. Dema di sala 2013’an de Suleyman Ebû Gays radestî DYA’yê hat kirin, Ozgur-Der li Fatîha Stenbolê ev yek protesto kir û bang kiribû ku divê nebin hevparê sûcê Gûantanamoyê. Her wiha rêxistinên îslamî gelek caran li hemberî Gûantanamoya ku wek referansa sepandina kincên yek tîpî tê nîşandan çalakiyên prostestoyê li dar xistin.
‘LIYAQÎ RÛMETA MIROVAN NABÎNIM’
Serokê Şaxa Ozgur-Der a Amedê Serdar Bulent Yilmaz vê sepandina ku Gûantanamo referans hatiye girtin û hatiye sepandin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Yilmaz ev tişt gotin: “Ez liyaqî rûmeta mirovan nabînim. Li mirovên ku sûcên wan nehatine tespîtkirin ferzkirina kincekî ku bi Gûantanamoyê hatiye wekehevîkirin nayê qebûlkirin. Ez vê yekê wek rêbazeke cezakirinê dibînim. Divê bêyî mafê mirovên bi awayekî girtî tên darizandin bên binpêkirin, bêyî zext û zoriyên derûniyî divê bên darizandin. Di heman demê de ev yek astengiyeke li hemberî mafê parastinê jî. Berpêşîkirina ber me ya vê sererastkirin ku ji ber bûyera nexweş a FETO’yê xwe dide der, nayê qebûlkirin. Riya astengkirina vê ne ev sererastkirin e. Ev sererastkirin li dijî mafên sereke yên mirovan e.”
‘EV FERZKIRIN E’
Yilmaz pirsa “Berê jî dolbend ferzkirineke lixwekirinê bû, di navbera vê û wê de tiştên dişibin hev hene?” wiha bersivand: “Ji ber ferzkirin e ez vê yekê qebûl nakim. Kes bi rizaya xwe li xwe nakin. Ez vê yekê wek êrîşeke li dijî mafên kesayetiyê yê sereke dibînim. Wê ev di dema darizandinê de bibe sedema ku qenaetên neyînî li dadweran peyda bibin. Wê ev yek bîrbiriyeke sûckirinê çê bike. Heke bi cezayekî re rû bi rû bimînin, nexwe divê ev beramberiya sûcekî be. Bi navê kincên yek tîpî tarîfeya sûcekî tune ye. Ji ber vê ev sepandin li hemberî baweriya me û mafên mirovan e.
Belê, li gelek deverên cîhanê ev sepandin heye, lê kes ji vê sepandinê ne kêfxweş e. Sepandina li Gûantanamoyê ji bo mirovahiyê cihê şermê ye. Wek referans esasgirtina tiştekî wisa jî ji bo aqil zirar e.”
MA / Kenan Kirkaya