'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’

img

İZMİR – Piştî tespîtkirina bermayiyên nukleerî, Fabrîkaya Zirincê ya Aslan Avci veguhastin Torbaliyê, lêcihê wê yê berê yê li Gazîemîrê talûkeyê dide der. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Huseyîn Kandemîr anî ziman ku li navçeyê bûyerê pençeşêrê zêde xwe didin der û bermayiyên ku divê bên tunekirin, li fabrîkayan tên tunekirin. 

Fabrîkaya Zirincê ya Aslan Avci ku di sala 1940’î de li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê hat avakirin, piştî tespîtkirina bermayiyên nukleerî di 25’ê Adara 2011’an de veguhastin navçeya Torbaliyê. Di sala 2007’an de li fabrîkayê lêkolîn hatin kirin û di encama van lêkolînan de hat tespîtkirin ku madeyên radyoaktîf hene û ev yek di raya giştî de bûbû cihê bertekên tund. Piştî bertekan cihê fabrîkayê hat guherandin û li Torbaliyê hat avakirin. Lê belê bi qasî 400 metre nêzî wê jî di sala 2015’an de Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê hat çêkirin. Di ser fabrikaya ku li Gazîemîrê hat valakirin nêzî 7 sal derbas bûn, lê belê ji ber newergirtina tevdîran hîn jî talûkeyan dide der. Her wiha ji ber ku fabrikaya nû nêzî nexweşxaneyê ye rê li ber gelek talûkeyan jî vedike. 
 
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Huseyîn Kandemîr, diyar kir ku di bin axê de jehriyeke bi hezaran tonî heye û talûkeyê dide der û li şûna fabrikaya hatiye girtin tê xwestin ku tesîsa dêrandina bermayiyên jehrî bê avakirin.
 
‘BERMAYIYÊN JEHRÎ YÊN BINAXKIRÎ JI BO CÎHANÊ TALÛKE NE’ 
 
Kandemîr diyar kir ku bermayiyên nukleerî bi salan bi awayekî veşarî li qada fabrîkayê hatine binaxkirin û ev yek ji bo ekolojiya cîhanê rîskeke mezin e. Cihê fabrîkaya zirincê  nêzî Nexweşxaneya Dewletê ye. Kandemîr bi lêv kir ku kesên ji bo başbûna nexweşînên xwe diçin wê nexweşxaneyê, tersê wê dê dîsa nexweş bikevin. Kandemîr wiha got: “Wê bermayiyên jehrî bi riya duxanê rê li ber nexweşînên nû vebikin. Ev fabrîke bi salan bermayiyên xwe yên jehrî bi salan li Gazîemîrê kom kiriye û mixabin niha ev rewş li Torbaliyê jî didome.” 
 
‘BERMAYÎ NAYÊN TUNEKIRIN, TÊN FIROTIN’ 
 
Kandemîr dest nîşan kir ku piştî fabrika hatiye veguhastin, rayedarên fabrîkayê çav berdane bermayiyên binaxkirî û ev tişt gotin: “Herî dawî Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya HDK’ê serdana fabrîkayê kir û me dît ku bermayiyên jehrî bi kemçeyan li kamyonan tên valakirin û bi makîneyên berê bi ava şid tevlî axê tên kirin. A rast divê li gor usûlên teknolojîk ji hev bihatanan dêrandin. Diviya bermayî bihatanan tunekirin, lê belê van bermayiyan wek xurde û buxuran difiroşin fabrîkayan. Di asasê xwe de divê ev bermayiyên jehrî bihatanan berterefkirin.”
 
'MIXABIN EKOLOJÎ Û XWEZAYA ÎZMÎRÊ XERABÛYE’
 
Kandemîr got ku welatiyên li nêzî fabrikaya li Gazîemîrê ya hat girtin rûdinên, diyar dikin ku dema ew diçin malên xwe li ser mermeran tozeke zereke dibînin û her wiha bermayiyên ji kulekên fabrîkayê derdiketin bi salan mirov jehrî kirine. Kandemîr diyar kir ku diviya ev yek ne wisa bûna û mehê carekê an jî sê mehan carekê diviya hin kontrol bihatanan kirin û wiha got: “Mixabin ekoloji û xwezaya Îzmîrê xerabûye.” Her wiha Kandemîr destnîşan kir ku wek Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya HDK’ê wan li taxê hin lêkolîn kirine û tespîtkirine ku li gor bajar û navçeyên din li vir bûyerên pençeşêrê zêdetir in. Kandemîr bi lêv kir ku wê xebatên wan ên di vî warî de bidomin û ew ê têkildarî vê mijarê raporekê amade bikin. 
 
Kandemîr got ku ew ê şopdarê dozê bin û dozên ku wan di vî warî de bi riya parêzeran vekiriye jî hîn didomin. Kandemîr bi lêv kir ku bi baranê re bermayî bêtir dixuyên û careke din derdikevin rû erdê. Kandemîr diyar kir ku bi baranê re ev bermayî diherikin robar û bi vê re hem ax hem jî hewa qirêjî dibe. Kandemîr destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê ev bermayî li gor usûlê bên paqijkirin û şûna wan veguherînin qadên hewa paqij. 
 
Her wiha Kandemîr got ku wan bi karkerên li cihê fabrikaya kevn dixebitin wek şêniyên taxên bin axivîne û gotine ku wan bihîstiye dê li vir tesîseke bermayiyan bê avakirin. Kandemîr got ku divê cihên bi vî rengî li derveyî bajaran bên çêkirin û di bin kontrola dewletê de bin. 
 
MA / Ruken Demir 
 
 

Sernavên din

30/12/2017
12:49 ‘Xwezaya Geliyê Ava Spî talan dikin lê rayedar bêdeng in’
12:29 Meclisê pirsên dê cînayeta Tahîr Elçî ronî bikirana îade kir
12:17 Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin
12:10 2017 bû sala polîs bi maşîneyên zirxî mirovan bikujin
11:37 Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye
11:35 Li Edeneyê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin
11:21 Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da
09:10 Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin
09:09 Erdogmûş: Wê yekîtî li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê
09:09 Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide
09:08 Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan
09:07 'AKP li şûna dersê derxe dubare dike'
09:06 Xwendekarên zanîngehan ji OHAL'ê bêzar in
09:06 Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2017'AN
29/12/2017
20:37 Polîsan bi maşinê zarokekî din kuşt
17:22 Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan
16:27 20 meh cazayê rojnameger Sayilgan hat êrêkirin
16:19 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:09 Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin
15:55 ‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’
15:28 Encu: Dixwazin ser komkujiya Roboskî binixûmînin
15:11 Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir
14:52 Murat Saat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:43 Hevşaredarê Şaxê hat berdan
14:16 'AKP bi KHK’yan lîncê diparêz e’
13:59 Hevseroka HDP’ê ya Pîranê hat girtin
13:13 Rojnamegerên jin rapora 2017'an aşkere kir: Em ê her tim şopdarê heqîqetê bin
12:46 3 kes hatin berdan 11 kes man piştî salê
11:27 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Li polisê pîra 76 kuşt tenê 20 meh ceza birîn
11:07 Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin
11:06 Hevseroka DBP’a Agiriyê Naîle Barîş hat girtin
11:05 ‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’
11:00 Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne
10:37 Yuksel Baran tahliye bû
10:32 Ertugrul Mavîoglu: Cilên yek tîp îşkenceyê tîne bîra min
10:22 Tan: Qirkirina li ser çand û zimanê kurdî di 2017'an de kûrtir bû
09:24 Girtiyê nexweş 24 meh in li benda îdîanemeyê ye
09:23 Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît
09:20 Işik: Ji bilî yekîtiyê riyeke kurdan tune ye
09:08 Qeyûmê Sûrê dê di 10 rojan de avahyên Kirklar Daxî xera bike
09:07 Dayikên Şemiyê yên Cizîrê 105 hefte ne nikarin kom bibin
09:06 Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e
09:05 Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin
09:04 Dozger bêyî lêpirsînê hewce bi şopandina dosyayê nedît
09:04 Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN
28/12/2017
17:27 Ji Roboskiyê bang kirin: Ji ber bêedaletiyê qirçînî ji asîmanê me tê
16:52 Serlêdana parêzeran cara 717'emîn hat redkirin
15:49 Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin
15:32 Pirtûka Tom Sawyer û Peter Pan nedan girtiyan
15:28 Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e
15:16 Ji ber gotina 'Nazli Çelîk ê li Geverê ji bo şovê malên gel bi bombeyê teqand' doz vekirin
14:58 HDP’a Mêrdînê starta konferansê da
14:31 Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin
14:30 Dozgerê doza Serêkaniyê dîsa guherî
14:10 Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in
13:57 Endamên KESK’ê: Emê bi hevre keda xwe paşve bistînin
13:49 Der barê polîsê li zarokan xist de lêpirsîn dan destpêkirin
13:44 HDP: 100 sal jî derbas bibe em ê Roboskî ji bîr nekin
13:40 Girtiyê nexweş ê bi rîngê birin nexweşxaneyê mir
13:26 Li Rezanê çi diqewime?
13:09 ‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
12:59 Roboskiyan reş girêda
12:41 Sînemager: Sinema nayê darizandin
12:28 Girtiyê nexweş li şûna ambulansê, bi rîngê birin nexweşxaneyê!
12:28 Rojnamegerê nelirêtiya şarêder nivîsand rastî gefa mirinê hat
12:17 Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê
11:49 Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin
11:45 Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin
11:40 33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin
11:30 Piştevaniyê Hezar û 348 xanî ava kir
11:18 Nivîskar Orhan: Tirkiye li dijî Sûriye gelek caran winda kir
11:09 Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne
11:08 Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?
11:06 Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir
10:37 Di salekê de 99 caran red: Her kêliya tecrîdê xetereyê zêde dike
09:20 Muxbîran nav da, çapemeniyê ew kir 'bombevan', lê emniyet li 'bombeyê' nepirsî
09:15 'Berpirsiyarên komkujiyan çawa duh dihatin parastin, îro jî tên parastin'
09:14 Dema fanîleyê kurê xwe bêhn dike bêhna wê dertê
09:14 Peyama Ferhat Encu ya ji bo Roboskiyê: Ya dikeve ser milê me mezinkirina hêviyê ye
09:13 Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne!
09:12 ‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’
09:11 Dîroka cilên yek tîp heta koletiya serdema ewil diçe
09:10 'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’
09:09 Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye
09:08 33 meh in agahiyê ji kurê xwe yê girtî nagire
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN
27/12/2017
17:44 Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin
17:10 Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye
17:05 Nivîskar Beşîkçî hat berdan
17:01 Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir
16:57 Parlamentera HDP'ê Yildirim nehat berdan
16:25 Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê
16:19 HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e
15:32 KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin
15:30 ATK’a Stenbolê: Cenazeyên Bedlîsê li vir in
15:17 Çalakiya Kolana Yukselê di roja 414’an berdewam kir: 4 binçav kirin
15:03 Rêxistinên sivîl ên Amedê: KHK’yan betal bikin