NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî yê hat binçavkiri piştî îfade da hat berdan.
Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî piştî hat binçavkirin ew birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan îfadeyên wî girtin. Beşîkçî piştî lêpirsîna polîsan derxistin dozgeriyê û li vir îfade da. Beşîkçî piştî li dozgeriyê îfade da hat berdan. Hat zanîn ku hesabek Twîtterê yê li ser navê Beşîkçî hatiye vekirin û ji ber parvekirinên vê hesabê hatiye binçavkirin û berdan.