MÊRDÎN - 4'emîn danişîna doza parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, hat dîtin. Yildirim dîsa nehat berdan. Yildirim bi riya SEGBÎS'ê tevlêbûna dozê red kir. Biryar hat dayîn ku Yildirim di danişînek din de tev li dozê bibe.
4’emîna danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim, ku bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê ye” hat vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Yildirim tevlibûna danişînê ya bi riya SEGBÎS’ê red kir. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamenterê Êlihê ya HDP’ê Mehmet Alî Aslan û xizmên Yildirim beşdarî dozê bûn. Dozger di danişînê de muatala xwend û bi sucdariya “Endamtiya Rixistinê” ceza ji Yildirim re xwest.
Şandeya Dadgehê biryar da ku bi sedema Yildirim tev li danişînê nebûye, doz taloqî 19’ê Sibata 2018’an hat kirin.