ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 414'an berdewam kir. Polîsan êrîşî çalavanan kirin û 4 kes binçav kirin.
Çalakakiya greva birçîbûnê ya akdemîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di roja 294’an de û çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 414’an de berdewam kirin.
Ji ber ku polîsan derdora Bîrdariya Mafê Mirovan girtibûn, çalakvan li Kolana Konurê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin. Polîsan destûr ne û pankarta çalakvanan çirandin.
4 KES BINÇAV KIRIN
Polîsên ku mudaxileyê çalavanan kirin, Nazan Bozkurt, Sîmge Aksan, Îlker Işik û Mehmet Dersulu binçav kirin.