AMED - Bertekên li dijî KHK’yan her ku diçe mezin dibin. Rêxistinên demokratîk û saziyên pîşeyî yên Amedê li dijî OHAL û KHK'yên hatin weşandin daxuyaniya hevpar dan û xwestin Hemû KHK bên betalkirin û gotin: “Dermanê jahra darbeyan bêtir demokrasî ye. "
Rêxistinên demokratîk ên Amedê ku ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Înîsiyatifa Mafan a Amedê, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Odeya Tabîban a Amedê pêk tê, li dijî OHAL'ê û KHK'yên hêjmar 695 û 696 ku hatin weşandin li avahiya Baroya Amedê ya Alîkariya Edlî civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de li ser navê saziyan Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku bi KHK'yan hiqûq bê wate hatiye hiştin û ij venêrtinê derketiye. Ozmen, anî ziman ku ewil ji bo 3 mehan hat îlankirin û wiha got: "Ji bo carekê hat îlankirin. lê heta niha 5 caran hat dirdêjkirin. 17 mehin Tirkiye bi OHAL'ê tê rêvebirin. Bi milyonan mirov dikereve bin bandora neyînî. Ev darbeya li dijî azadiyan û darbeya li dijî hiqûqê ye. Ev guhertin û gavên tên avêtin li dijî Hiqûq û Qanûna Bingehîn in. Darbeya herî mezin ku li azadiya heq û hiqûqê ketiye.
‘DARIZANDINA BÊ PARÊZER LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E'
Ozmen, anî ziman ku bi îlana KHK’yan Dargeha Qanûna Bingehîn (AYM) pûç bûye û êdî tu rola wê nemaye. Ozmen, da zanîn ku bi xalên hatin guhertin mafê parastinê ji holê hatiye rakirin û wiha got: "Ger ku mudafî tune be danişîna dozan nayê dîtin. Lê van guhertin ev yek pûç kiriye. Ev li dijî Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) ye."
‘YEK TÎP RÊ LI PÊŞ REAKSÎYONÊN CUDA VEDIKE'
Ozmen, bal kişand ser guhertinên KHK’ê û biryarên 'Cilên yek tîp' û wiha got: “Bi vê ferzkirina cilên yek tîp dê mafê girtiyan ê tekakesî bê binpêkirin. Ev pêknîn dê rûmeta mirovan bişkîne. Berê jî li Tirkiye xistin meriyetê. lê ji ber encam negirt hat rakirin. Ne pêkan e ku mirav Guantanamo minak bide. Ev biryar li dijî azadiya ramanê û hiqûqê ye.
‘OHAL BI RÊK Û PÊK ZERAR DIDE'
Ozman, anî ziman ku îlana OHAL’ê bi rêk û pêk zerarê dide û wiha got: "KHK yên hatin îankirin li dijî Qanûna Bingehîn in. Bi van KHK'yan meclîs êdî pûç û betal bûye. Ji ber vê yekê her ku diçe zerera dide û divê hemû KHK'yên hatine waşandin betal bibin. Divê hemû kesên bi KHK mafê wan ji destê wan hatiye girtin disa mafê wan paşve bê dayîn. Divê hemû girtiyên ji ber xebatên siyasî hatin girtin dîsa serbest bên berdan. Dievê saziyên siyasetê dest ji zimanê xwe yê perçekirinê berdin.
Ozmen, herî dawî anî zima ku têkoşîna bi darbeyan re ne têkoşîna bi zext û tundiyê ye û wiha got: "Çareserî bêtir hiqûq û demokrasiyê ye. bêtir parastina mafên mirovan e. Bêtir azadî ye."