ANTALYA / MÊRDÎN – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimînin, bi rêya malbatê xwe aşkera kirin ku ew ê cilên yek reng qebûl nekin û ev agahî dan: “Em ê kefen li xwe bikin, lê tu carî cilên yek reng qebûl nekin.” Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî ziyaretçiyan dengê stran û tilîliyan bi telefonê qeyd kirin.
Bertekên li dijî ferzkirina cilên yek reng a bi KHK'a Hejmara 696'an anîn, zêde dibin. Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi telefonê ji dayika xwe Hulya Ayik re axivî û aşkera kir ku dîlên azadiyê di biryara xwe de israrin dê tu carî cilên yek reng qebûl nekin.
‘EM KEFEN JÎ LI XWE BIKIN, CILÊN YEK RENG QEBÛL NEKIN’
Dayik Hulya Ayik bal kişand ser zextên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û wiha axivî: “Pêkanîna ‘kincên yek reng’ gumanên me zêdetir kirin. Girtiyan benga hestiyariyê li raya giştî kirin û gotin ‘em ê kevneşopiya berxwedanê ya li girtîgehan xera nekin. Em ê bi dildarî kefen li xwe bikin, lê em ê tu carî pêkanîna kincên yek reng qebûl nekin. Ger bê xwestin em tazî bimînin. Em ji vê yekê şerim nakin, lê kincên yek reng li xwe kirin dê ji bo me şermek mezin û şikandina rûmetê be. Bi pêkanîna yek rengî re dixwazin pêkanînên salên 80 û 90’î cardin ava bikin. Teqez em ê vê yekê qebûl nekin. Em ê wan kincan biçirînin û ger bê xwestin em ê tazî bigerin. Ji ber vê yekê em dixwazin malbat, rêhevalên me, hemû sazî û dezgên azadî û demokrasiyê diparêzin ku di vê berxwedanê de piştgiriyê bidin me.’”
JI HUNDIR DENGÊN STRAN Û TILÎLIYAN TÊ
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî li dijî ferzkirina pêkanîna kincên yek reng, bi stran û tilîlî dirûşim berz kirin û pêkanîn şermezar kirin. Ziyaretvanên li ber girtîgehê dengên tilîlî û stranên “Rêber Apo” yên girtiyên siyasî bi telefonê hatin qeydkirin.