Li Westanê dema guldexwînan e
- ekolojî
- 12:24 21/4/2020
Li gundê Zevê yê navçeya Westana Wanê guldexwîn şîn bûn û dîmenek xweşik bi xwe re anîne.
Li gundê Zevê yê navçeya Westana Wanê guldexwîn şîn bûn û dîmenek xweşik bi xwe re anîne.
Holdînga Cengîz 118 karkeran ji kar derxist. Holgîng li gel mexdûrkirina karkeran li herêmê talan xwezayê pêk tîne.
Ekolojîst Sergen Sûcû, anî ziman ku bi pandemiya corona vîrûsê re bajar di nav xwe de îzole bûne û got, ji dêvla ku bajarî biçin gundan û wan deran talan bikin, bila cihê lê ne veguherînin qada hilberînê.
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê, diyar kir ku şewba vîrûsa korona ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, encama kapîtalîzma 200 salane û got: “Polîtîkayên neolîberal ên desthilatdariyê ne xizmeta gel, xizmeta berjewendiyên şîrketan dike. Em li dijî vê banga piştevanî û rêxistînbûnê dikin.”
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku Covîd-19 ji ber kapîtalîzm çêbûye û ev yek ji bo mirovan hemûyan hişyariyek e. Ustun, got: "Ji bo mirov karibin bijîn pergalên kapîtalîst divê bên sekinandin."
Hevberdevkê MÛÇEP'ê Guney Şîrîn, anî ziman ku vîrûsa coronayê ji ber mudaxilekirina mirovan a li xwezayê derketiye holê û got: "An em ê cîhaneke ku parvekirinê esas digire ava bikin an jî em ê tim û tim bi vîrûsên bi vî rengî re bitêkoşin."
Endezyarê Hawîrdorê Cîhan Ersoy hişyar kir ku şewba koronayê sînyala dawî ya ji bo mirovan e û divê însan dev ji sotemeniya fosil berdin û derbasî pergalên alternatîf bibin.
Waniyan, piştî zivistaneke sar û dûndirêj, bi germnbûna dinyayê re dest bi kesixandina spîndarên xwe kirin.
Endamê Yekîtiya Ekolojiyê Mehmet Ozdag, anî ziman ku tiştên wekî corona vîrûsê ku gefê li jiyana xwezayî, li derdorê û tenduristiya mirovan dixwin hemû ji ber hêrsa ji bo qezenca zêde ya kapîtalîzmê ne û got, heya ev yek neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin.
Li ser biryarnameya Serokkomariyê wê li taxa Karadûvar a Mêrsînê fabrîkeya plastîk were avakirin. SerokA MERÇED’ê Sebahat Aslan bertek nîşanî biryarê da û got: “Vîrusê ji xwe re veguherandin fersendê û biryar dane.”
Emdamê Meclîsa Ekolojiyê yê HDK'ê Cemîl Aksû, diyar kir ku ji ber vîrûsa corona (Covît-19) bêtir mirov dikeve nava lêgerîn û lêpirsînê û wiha got: "Ji bo çareseriyek mayinde pêdivî bi pergalek ekolojîk û jiyanek nû heye. Divê ji bo çareseriyê Pergala li Rojava wekî mînak bê girtin.
Li perav û qiraxên Gola Wanê ji ber çopa kom bûye, mirov nikare nêzî ava golê bibe. Ji bo paqijkirina delav û peravên avê tu sazî û şaredarî nakevin nava hewldanê. Li aliyê din bêdengiya li dijî vê qirêjiyê jî balê dikişîne ser xwe.
Îqtidara AKP'ê di vê pêvajoya vîrosa coronayê de çêkirina Qenal Stenbolê daye ber îhaleyê. Endama Koordînasyona Ya Qenal Ya Stenbol Ayşe Yikici, vê yekê wekî "keysperestiyê" nirxand û got, ev projeya ku dê bibe sedema komkujiyeke xwezayî, di pêvajoyeke ku jiyana mirovan di xetereyê de ye tê çêkirin.
Di vê pêvajoya ku hemû cîhan vîrûsa corona niqaş dikin û li dijî vîrûsê şer dikin de, îqtîdara AKP'ê bi guhertinên "Rêziknameya têkildarî erêkirina tescîl û tespîta qadên cemaweriyê" mijûl dibe. Pisporan bertek nîşanî vê hewldana AKP'ê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dixwazin xweza û qadên jiyanê talan bikin.
Koordînasyona Heskîfê diyar kir ku tayînkirina qeyûm ser Şaredariya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisû û projeyên HES’ê ve girêdayî ne û got: “Rûxandina qeyûmê serdema berê ku derket holê nîşaneya vê yekê ye.”