Dest bi kesixandina spîndaran kirin
- ekolojî
- 09:07 12/4/2020
Waniyan, piştî zivistaneke sar û dûndirêj, bi germnbûna dinyayê re dest bi kesixandina spîndarên xwe kirin.
Waniyan, piştî zivistaneke sar û dûndirêj, bi germnbûna dinyayê re dest bi kesixandina spîndarên xwe kirin.
Endamê Yekîtiya Ekolojiyê Mehmet Ozdag, anî ziman ku tiştên wekî corona vîrûsê ku gefê li jiyana xwezayî, li derdorê û tenduristiya mirovan dixwin hemû ji ber hêrsa ji bo qezenca zêde ya kapîtalîzmê ne û got, heya ev yek neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin.
Li ser biryarnameya Serokkomariyê wê li taxa Karadûvar a Mêrsînê fabrîkeya plastîk were avakirin. SerokA MERÇED’ê Sebahat Aslan bertek nîşanî biryarê da û got: “Vîrusê ji xwe re veguherandin fersendê û biryar dane.”
Emdamê Meclîsa Ekolojiyê yê HDK'ê Cemîl Aksû, diyar kir ku ji ber vîrûsa corona (Covît-19) bêtir mirov dikeve nava lêgerîn û lêpirsînê û wiha got: "Ji bo çareseriyek mayinde pêdivî bi pergalek ekolojîk û jiyanek nû heye. Divê ji bo çareseriyê Pergala li Rojava wekî mînak bê girtin.
Li perav û qiraxên Gola Wanê ji ber çopa kom bûye, mirov nikare nêzî ava golê bibe. Ji bo paqijkirina delav û peravên avê tu sazî û şaredarî nakevin nava hewldanê. Li aliyê din bêdengiya li dijî vê qirêjiyê jî balê dikişîne ser xwe.
Îqtidara AKP'ê di vê pêvajoya vîrosa coronayê de çêkirina Qenal Stenbolê daye ber îhaleyê. Endama Koordînasyona Ya Qenal Ya Stenbol Ayşe Yikici, vê yekê wekî "keysperestiyê" nirxand û got, ev projeya ku dê bibe sedema komkujiyeke xwezayî, di pêvajoyeke ku jiyana mirovan di xetereyê de ye tê çêkirin.
Di vê pêvajoya ku hemû cîhan vîrûsa corona niqaş dikin û li dijî vîrûsê şer dikin de, îqtîdara AKP'ê bi guhertinên "Rêziknameya têkildarî erêkirina tescîl û tespîta qadên cemaweriyê" mijûl dibe. Pisporan bertek nîşanî vê hewldana AKP'ê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dixwazin xweza û qadên jiyanê talan bikin.
Koordînasyona Heskîfê diyar kir ku tayînkirina qeyûm ser Şaredariya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisû û projeyên HES’ê ve girêdayî ne û got: “Rûxandina qeyûmê serdema berê ku derket holê nîşaneya vê yekê ye.”
Serokê Komeleya Rojnamegerên Derdorê ya Navneteweyî Osman Akkuş, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona û diyar kir ku şewba vîrûsa corona ji bo mirovan hişyariya dawî ye û xwest êdî mirov hurmetê nîşanî xwezayê bidin û bi xwezayê re di nava aştiyê de bin.
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku têkiliya vîrûsê raste rast bi polîtîkayên sermaye û têkiliyên dewletê ya bûye sermaye re heye wiha got: "Di pêvajoya vîrûsê de dewlet berê xwe dide rêbazên ku ji sermayeyê re qadê veke."
Şîrketa Koma Cînerê ji bo santrala termîkê ya li Silopiyê ava bikin, li Çiyayê Cudî li kanên madenê yên nû digerin. Şîrket, ji bo dîtina madenê bi dînamîtan Çiyayê Cûdî wêran dikin. Dîmenên derdikevin holê asta talankirin û wêrankirina xwezayê nîşan dide.
Bi hatina meha Adarê re xwezayê bi dengê xwe mizgîniya biharê da welatiyan. Pelê daran bişkivîn û kulîlk li daranket.
Cotkarên mêrdînî ku DEDAŞ bi fatoreyên zêde li wan dibire û timik ceyranê li ser wan qut dike hatin gel hev û biryar dan ku îsal garis û pembû daneynin û erdên xwe vala bihêlin.
Komîsyona Ekolojiyê ya ÎHD'a Edeneyê di rapora xwe ya der barê tesîsa polîpropîlenê de ku tê xwestin li Ceyhana Edeneyê bê avakirin, bal kişand ser zirara ku dê tesîsa navbirî bide mirovan û xwezayê.
Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku Bendava Ilisûyê bendava ewil e ku di bin navê ewlehiyê de hatiye çêkirin û got, ji ber vê mirov mecbûr mane herêmê biterikînin. Rêvebirê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nazmî Algan jî got, wê êdî ev bendav bibe sedema nexweşînan.