NAVEFNDA NÛÇEYAN - Çalakiyên li Eyaleta Belucistanê ya Pakistanê di roja sêyemîn de didomin. Heta niha zêdetirî 200 kes hatine binçavkirin.
Çalakiyên li navenda rêveberiyê Kettayê ya Eyaleta Belucistanê ya Pakistanê li dijî windakirinên bi darê zorê di 21’ê Adarê e hatine destpêkirin didomin. Li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin û hêzên ewlekariyê êriş birin ser çalakvanan. Di êrişê de gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin binçavkirin.
Di nava 3 rojan de li Belucistanê herî kêm 200 çalakvanên Beluc hatin binçavkirin.