NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Hamasê ragihand ku di hefteyekê de 730 kes li Xezeyê ji hêla Îsraîlê ve hatine qetilkirin.
Piştî agirbesta du mehan a di navbera Îsraîl û Hamasê de betal bûy, di 18’ê Adarê de êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê car din destpê kirin. Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Hamasê ya li Xezeyê roja duşemê daxuyanî da û ragihand ku ji 18’ê Adarê heta niha 730 kes di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin. Hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 57 kes hatine qetilkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê li Xezeyê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve bi giştî 50.082 kes hatine qetilkirin û 113 hezar û 408 kes jî birîndar bûne.