NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên DYA û Rûsyayê ji bo sekinandina şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de û destpêkirina hevdîtinên aştiyê, li Erebistana Siûdî civiyan.
Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam e. Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gelek welat ji bo bidawîkirina şer di nava hewldanan de ne. Rayedarên DYA û Rûsyayê di çarçoveya hevdîtinên agirbetsê de li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civiyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rûs TASS'ê; Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî Grigory Karasîn û Şêwirmendê Serwîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) Sergey Beseda serokatiya şandeya Rûsyayê dikin. Di şandeya DYA’yê de jî Dîrektorê Plankirina Polîtîkayê yê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Michael Anton, cîgirên nûnerê taybet ê Donald Trump ê Ûkrayna û Rûsyayê Keith Kellogg û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Mike Waltz cih digirin.
Duh li Riyadê di navbera DYA û Ûkraynayê de têkildarî agirbestê hevdîtin hatibûn kirin.