Li Stenbolê şevbihêrka dengbêjan
- çand û huner
- 09:06 15/9/2018
Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê li Stenbolê şevbihêrk li dar xistin û şev bi kilaman geş kirin.
Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê li Stenbolê şevbihêrk li dar xistin û şev bi kilaman geş kirin.
Hejmara 4'an a kovara çand, huner û polîtîkayê ya dumehî Dilopê derket.
Eger hûn li Semsûrê bin û bixwazin portreya we bê xêzkirin, tevî pirtûkekê biçin atolyeya wênesaz Mûstafa Çelenk.
Minareya Mele Abdullah Zeviyesî ya li Heskîfê ji cihê wê rakirin. Beşîr Tapkan ê ji gundê Kesmekoprû yê temeşiyî bakirina minareye dikir, diyar kir ku ew li dijî barkirina tirbeyê ye û got “Ev tişta tê kirin zilme.”
Endamê Piştavaniya Zindanan Zeynep Eroglû ku di çarçoveya projeya "Helbestên Azad" de helbestên girtiyên siyasî berhev dike, diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê girtiyan û got: "Armanca me ew e ku neyên jibîrkirin û xwedîderketina li berxwedana wan e."
Welatiyên Gundê Şemika yên Şemrexa Mêrdînê diyar kirin ku Şîrketa Eti Bakir A.Ş. ku li zêr digere, ji bo zêr ji cewherê wê cuda bike hawizê maddeya siyanur ava kirine. Welatiyan destnîşan kirin ku qada jiyanê li wan teng dibe û xwestin her kes hawara wan bibhîze.
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê di 15'ê Îlonê de bi dawî dibin. Pêşbirka ku ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wên (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatrr” ve “Nûçeyên Jinê” pêk tê dê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve organîzekirin.
Nivîskarê Romana "Kevirên Şewitî Veysî Ulgen, ku balê dikişîne ser hêleke berxwedana li Sûrê, bilêv kir ku “Kevirên Şewitî” jiyana kurdan e û romana bajarekî dorpêçkirî ye. Ulgen, destnîşan kir ku edebiyat û îktidar tu carî li hev nakin û edebiyateke xurt dikare maskeya îktîdaran daxîne.
Di Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî Lakecîty de, belgefîlma "Bîr"ê ku Komkujiya Kerboranê vedibêje, xelata çîroke herî baş û derhênerê herî baş girt. Derhênerê belgefîlmê Veysî Altay got: "Mirovan ew bîr ji bo jiyana xwe vekiribûn. Lê dewletê ew veguherandin bîrên mirinê. Min xwest vê yekê vebêjim."
Li Amedê dê îsal 6’emîn Fuara Pirtûkan bê lidarxistin. “Mêvanê Rûmetê” yê Fuarê nivîskar Migirdiç Margosyan e û got: “Divê em xwedî li mîraseya çandê ya Amedê derkevin.”
Kovara Guney a Yilmaz Guney derdixist piştî jiyana xwe ji dest da jî hevalên wî kovarê derdixin. Hevalên wî xwe amade dikin hejmara 100’emîn a kovarê di çarçoveya feraseta hunera Guney de dê derbixin.
Li Taxa Esemkûlû ya Rihayê, xebatgeh, gor û navendên bicihbûnê yên ji dema Romayê mayî winda dibin.
Li dijî zextên li ser huner, Şa Performan weke alternatîf hat avakirin. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, diyar kir ku di van şert û mercan de, ligel ku bi ekîbên mezin û bi dekorên biheybet nalîzin jî, bi biryarin ku şanoya bi Kurdi berdewam bikin. Ozel got kelûmelên wan tenê bedena wane.
Li Mêrdînê osteyê neqişandina sifir Emrah Ozcan, bi baweriya ku remz û sembola xêr û bereketê ye bi salan e portreyê Şahmeran li ser sifir dineqişîne û çanda Şahmeran a bi hezaran salan hatiye li ser rûyê sifir zindî dike. Emrah Ozcan, li ser qîmeta pîşeyê sifir û neqişandina Şanmeran got "Heta ji destê min bê ez dê vê çandê zindî bihêlim."
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, anî ziman dewlet bi polîtîkayeke çewisîner bi ser kurdî û weşangeriya kurdî ve diçe û divê li hemberî vê hemû kurd dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin: "Îro min ji bo zimanê xwe çi kir?"