Zeraq: ‘Bêhna Dara Sincê’ jin e, dema tu bêhna wê hildidî tu dibî mirov
- çand û huner
- 09:06 30/9/2018
Nivîskar Dilawer Zeraq, bi romana xwe ya nû “Bêhna Dara Sincê” bal dikişîne ser guherîn û azadiya mêrê ku ji dîrokê ve bi temamî bi bavkaniyê ve girêdayî û şane bi şane ketiye nav mêr û bi îktîdara xwe ya sunî tim jinê pelçiqandiye û dibêje: “Ji bo ku ew îktîdara çêkirî hilweşe, divê mêrê kurd bi bêhnkirinê pêşî hay ji jina kurd hebe. Hay ji heyîna jina kurd hebe ku jina kurd hêzeke çawa dide. Hêzeke çawa? Hêza hezkirinê.”