Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand

img
SÊRT - Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî ya bi kurdî, tirkî û erebî bi avahiya xwe ve daliqand. 
 
Rêveberiya Baroya Sêrtê tabelaya yek zimanî ya bi tirkî guhert û tabelaya sê zimanî bi avahiya xwe ve daliqand. Di tabelayê de zimanê kurdî, tirkî û erebî cih girt. 
 
Beriya niha baroyên bajarên Mêrdînê û Rihayê jî tabelayên pirzimanî bi avahiyên xwe ve daliqandibûn.