Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand 2022-07-08 13:55:57   SÊRT - Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî ya bi kurdî, tirkî û erebî bi avahiya xwe ve daliqand.    Rêveberiya Baroya Sêrtê tabelaya yek zimanî ya bi tirkî guhert û tabelaya sê zimanî bi avahiya xwe ve daliqand. Di tabelayê de zimanê kurdî, tirkî û erebî cih girt.    Beriya niha baroyên bajarên Mêrdînê û Rihayê jî tabelayên pirzimanî bi avahiyên xwe ve daliqandibûn.