NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.
	Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî biraziyê xwe û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. 
	Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî mijarê ev tişt got: “Îro (31’ê Cotmehê) rêzdar Abdullah Ocalan li Îmraliyê di hevdîtina malbatê de bi Fatma Ocalan, Omer Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtin pêk aniye.” 




