Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin

img

AMED - Hunermendan astengkirina şano, konser û çalakiyên hunerî yên kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: "Em hunermendên kurd û xebatkarên qada çandê, van êrîş û qedexeyên li ser çand, huner û ziman tên meşandin nas nakin."

Sazîyên çand û hunerê yên Amedê der barê qedexekirina konser û şanoyên kurdî de li navçeya Peyas a Amedê li ber avahiya Şanoya Bajêr a Amedê daxûyanî dan. Endam, hunermend û listikvanên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, KASED, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Ma Music Center, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê tev li daxûyanî bûn.
Hunermend Şîlan Dora metna daxuyaniyê xwend. 
 
Dora ewilî bal kişand ser girîngiya çand û zimanê kurdî. Dora bilêv kir ku gava mêtinger dixwazin civakekê têk bibin, êrişî çand û zimanê wê civakê dikin û got: “Dewleta ku dixwaze serdestiyeke monîst ava bike, polîtîkayên îmhakirina fîzîkî û bişaftinê bi hev re dimeşîne. Ji ber ku mêtinger baş dizanin ku nasnameya çandî çavkaniya berxwadaniya civakê ya herî bingehîn e û heta ku vê ya ji holê raneke nikare di polîtîkayên xwe yên tunekirinê de bi ser bikeve. Loma êrîşên xwe pir alî dimeşîne."
 
'ROJA BÊ QEDEXEKIRIN TUNE YE'
 
Dora diyar kir ku di van çend mehên dawî de bêtehemûliya li hemberî çand û zimanê kurdî derketiye lûtkeya herî jor û ew tişt gotin: “Roj tune ye ku em bi qedexeyekê re rû bi rû nemînin. Bi dehan çalakiyên hunerî, konser û lîstikên şanoyê yên kurdî hatin qedexekirin. Bi dehan hunermend hatin binçavkirin û girtin.” 
 
Dora bi domdarî de destnişan kir ku di pêşengtiya parastina ziman û çandê de rola jinê gelek girîng e û ji ber vê jî her tim jin rastî êrîşan tê û wiha pê da çû: “Dewleta ku dixwaze împaratoriyeke tirsê ava bike, di roja me de, vê yekê bi rêya êrîşên li ser hunermendên jin, ji tundiya fîzîkî bigirin, heta binçavkirin, girtin, gefxwarin û êrişên cur bi cur pêk tîne.”
 
QEDEXEYAN NAS NAKIN’
 
Dora di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dewletê yên ku rasterast li dijî hişmendiya civakê pêk tîne û got: “Ji hêleke vê qedexekirina çalakiyên hunerî yên kurdî, ji hêlekê ve jî hema hema her roj li bajarekî Kurdistanê lidarxistina konserên tirkî û çalakiyên çanda populer ên ku tu eleqeya wan bi kodên çandî yên civaka kurd re tune ne. Em hunermendên kurd û xebatkarên qada çandê, van êrîş û qedexeyên li ser çand, hûner û ziman tên meşandin nas nakin. “
 
BANG LI HÛNERMEND Û REWŞENBÎRAN KIR’
 
Dora di dawiyê de bang li hunermend û rewşenbiran jî kir û got: “Li hemberî van polîtîkayên qedexeker bi rêxistinî tevbigerin. Divê hunermend di nava piştgiriyê de bin, li bendê nemînin heta ku dor were wan û li hev du xwedî derkevin. Armanc divê ne tirsa takekesî û hewldana xweparastineke takekesî be. Divê armanc mezinkirina têkoşîna parastina nasnameya çandî û hunerî be."
 
Beşdaran bi tilîliyan û çepikan çalakiya xwe bi dawî kir.