Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin

img
MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li Qoserê bi 5 zimanan şahiya guhdariya helbestan li dar xist.
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li navçeya Qosera Mêrdînê di çarçoveya "Projeya Diyaloga Ji Bo Guhertina Rêya Çand û Hunerê" bi zimanên kurdî, tirkî, erebî, suryanî û ermenkî şahiya guhdariya helbestan li dar xist. Şahî li eywana komeleyê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Yên helbest xwendin cilên netewî li xwe kirin û bi dorê derketin ser dikê û helbest xwendin. 
 
Piştî guhdariya helbestan, şahî li ber stranên hatin gotin bi dawî bû.