AMED - Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar diyar kir ku divê rêveberiyên herêmî û rewşenbîr di mijara zindîkirina Kurdî de wêrektir bin û got: “Heke aştiyek bê vî welatî, ji ewil divê bi Kurdî re bê kirin.”
Saziyên zimanê Kurdî ku li dijî polîtîkayên pişaftinê bi dayina dersan, bi lêkolînên ser çand û ziman hewl didin bersivê bidin, starta çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 8’ê Gulanê de dan. Çalakî û xwepêşandanên bi dirûşma “Ji Kurdî re statu, perwerdeya Kurdî” tên li darxistin, dê heta 1’ê Hezîranê bidomin.
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar ku pêşengtiya xebatan dike, bal kişand ser zextên ser zimanê Kurdî. Dilbahar, diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî ku ji sala 2006’an ve ye tê pîrozkirin, bandoreke erênî li ser xebatên ziman kiriye û got: “Dema komar hatî ragihandin, Kurdî tune hate hesibandin. Kurdî qedexe kirin, yên bi Kurdî diaxivîn dihatin cezakirin. Di demên pêş de axaftina bi Kurdî weke sûc hate nîşandan. Polîtîkayên tunehesibandina Kurdî bi têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurd ji holê rabû. Gelê Kurd ev 50 sal in têkoşîneke mezin dide Parasteina Kurdî jî di navenda vê têkoşînê de cih girt. Bi vê têkoşînê re hebûna Kurdî hate qebûlkirin. Lê hêj jî statuyeke fermî tune ye. Polîtîkayên ji bo tunekirina Kurdî didomin. Heke zimanek li kolan û malan neyê axaftin dê nekare xwe li ser pêyan bigire. Lewma gelek ziman tune bûn. Li ser Kurdî jî polîtîkeyeke wiha tê meşandin.”
'XEBATÊN TÊN KIRIN KÊM IN’
Dilbahar, da zanîn ku li dijî polîtîkayên heyî seknekî stratejîk nayê raberkirin û wiha pê de çû: “Hewldanên ji bo Kurdî kêm in. Di vê mijarê de hewceye em kêmasiyên xwe bi dilwêrekî bibêjin. Diviyabû îro bi milyonan zarokên Kurd li saziyan perwerdeya Kurdî dîtibûna. Divê em ser kêmasiyên xwe biaxivin û em dikarin çi bikin an jî nakin van diyar bikin. Weke DEM Partiyê me ji bo rakirina qedexeya ser Kurdî û statuya Kurdî li 33 bajaran komîsyon ava kirine. DEM Partî li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek bajaran xebat û çalakî li dar xist. Baş e lê ev bes in? Na, bes nînin. Ji ber ku hêj jî zext li ser Kurdî heye. Lewma hedefa me ew e ku li her gund û kolanan ji bo Kurdî xebatan bimeşînin. Bi taybet jî divê em van hewldanên xwe bi zarok, ciwan û jinan re bidomînin. Ne tenê li dijî polîtîkayên pişaftinê, ji bo avakirina saziyên Kurdî jî divê em bixebitin.”
‘DIVÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ HINEK BI CISARET TEVBIGERIN’
Dilbahar, destnîşan kir ku divê rêveberiyên herêmî di mijara ziman de gavên bi cisaret biavêjin û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bêyî nan û av bijîn, dikarin di rêyên neçêkirî de bimeşin û dikarin paqijiya xwe bikin. Lê divê şaredariyên me ji ewil Kurdî bigirin rojeva xwe. Divê di saziyên girêdayî xwe de xebatên hînkirina Kurdî bidin meşandin. Divê xebatkarên şaredariyê di asta herî jor de Kurdî hîn bibin û xebatên xwe bi Kurdî bikin. Beria hilbijartinê me li ser gora Ehmedê Xanê deklarasyonek weşand û me got ‘karê ewil ê şaredariyan Kurdî ye’ û divê li gorî vê deklarasyonê tevbigerin.”
Bi domdarî Bilbahar diyar kir ku li gel asîmîlasyonê, her wiha xetereya otoasîmîlasyonê jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji vê re dibêjin ‘întîhar.’ Divê em xwe ji vê întîharê xelas bikin. Bila hunermend hunera xwe bi Kurdî bike, nivîskar bi Kurdî. Ev jî têr nake, divê saziyên zimanê Kurdî stratejî û polîtîkayên xwe ji gel re vebêjin û saziyan vekin. Rewşenbîrên Kurd divê mîna milîtanên ziman di nav gel de bin. Divê her yek ji wan bibin parastvan û mamosteyên Kurdî. Divê li mal û kolanan zimanê Kurdî hîn bikin. Divê ji nav çar dîwaran derkevin. Kurdî, tenê bi gotina stranan û nivîsandina stranan azad nabe. Ez dipirsim; çima nivîskar û hunermendên Kurd tevgereke zimanê Kurdî nadin destpêkirin? Çima di nav gel de parastina Kurdî pêş naxin?”
XWEST STATUYA KURDÎ HEBE
Dilbahar, axaftina xwe wiha qedand: “Kurdî, dîrok û hebûna Kurdan e. Heke Kurd bixwazin hebûna xwe bidomînin, mecbûr in Kurdî bînin astekî wisa ku mayinde bibe. Heta ku di destûra bingehîn de statuya Kurdî neyê qebûlkirin dê statuya Kurdan jî neyê qebûlkirin. Lewma mijara statu û perwerdeya bi zimanê Kurdî ji bo me ne mijara nîqaşê ne. Banga birêz Abdullah Ocalan, di nav xwe de azadiya hemû zimanan dihewîne. Banga azadiya zimanê Kurdî ya li her qadê bû. heta ku statuya zimanê Kurdî nedin, heta perwerdeya bi Kurdî nebe aştî jî nabe. Heke aştî bê vê xakê, ji ewil divê bi Kurdî re bê kirin. Di mijara ziman de bazarî nabin. Daxwaza Kurdan wiha ye û xeta wan a sor e. Ne tenê di 21’ê Sibatê û 15’ê Gulanê de, divê em her tim û li her derê têkoşîna xwe ya zimanê Kurdî bidomînin. Divê em li her derê belav bikin. Divê her yek ji me bibe mamoste û milîtanên zimanê Kurdî.”
MA / Mujdat Can